Welatiyên ku li ber şaredariyê kom bûn rastî mudaxaleya polîsan hatin

  • 13:26 19 Tebax 2019
  • Rojane
AMED - Welatiyên ku li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kom bûn bi mudaxaleya polîsan re rûbirû man. Li gel mudaxaleyê welatî belav nebûn. 
 
Bi biryara Wezîrê Karên Hundir Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê ji peywirê hatin girtin. Bertekên li hemberî qeyûman jî di heman demê de dest pê kirin. Welatiyên ku li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezîn kom bûn rastî mudaxeleya polîsan hatin. Gelek kes hatin binçavkirin. Ligel mudaxaleyê welatî dîsa ji ber şaredariyê neçûn.