KESK'ê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da

  • 13:18 19 Tebax 2019
  • Rojane
ENQERE - KESK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî tayînkirina qeyûman a li Şaredariyên Bajarên Mezin  Amed, Wan û Mêrdinê da û got: "Em ê li dijî bêhiqûqêye, zîhniyeta antîdemokratîkbûnê û dijminatiyê di nav tevgerê de bin û ji bo avakirina welateke demokratîk, em ê bi hêzên alîgirên demokrasiyê re têkoşîna hevpar bidin meşandin."
 
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) der barê tayînkirina qeyûma li Şaredariyên Bajarên Mezin Amed, Wan û Mêrdînê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku ev li hemberî demokrasiyê darbeyek e. 
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li hemberî nirxên demokrasiyê yek bi yek rêgezên demokrasiyê bi operasyonan ji holê tên rakirin û daxuyanî wiha hat dom kirin: "Di salên borî de gel li hemberî meclîs, edalet, daraz, çapemenî û sendîkayan baweriya xwe winda dike û ev tişt bi pergalî pêk tê. Bi sala ne dewlet/AKP bi plan û bi rêxistîn polîtîkayên cuda xist nava saziyan. Sazî êdî li dijî hebûnên xwe tevdigerin û wekî şaxên AKP'ê dixebitin."
 
Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin ku di ser hilbijartinê re tenê 4 meh derbas bûn û wiha hat gotin: "Şaredariyên ku hêj bîlançoya dewra borî nû derdixistin, bi operasyonê re rûbirû man.  Bawerî hincetên ku tên nîşandan nîne. Hêj pêşiya hilbijartinê dihat gotin ku 'Dê hewcebe qeyûm bê tayînkirin'. Me ew gotin jibîr nekiriye. Di hilbijartina Stenbolê de jî tehdît dom dikir. Em li bendê ne ku polîtîkayên qeyûmê dê bi berfirehî bên domandin. Polîtîkayên qeyûmê wekî taybetiya rejîmê tê birêvebirin, lê em tu carî vî tiştî qebûl nakin. Em hîn nabin û  nadin hînkirin.”
 
Daxuyaniya KESK'ê wiha bi dawî bû: "Em ê li dijî bêhiqûqêye, zîhniyeta antîdemokratîkbûnê û dijminatiyê di nav tevgerê de bin û ji bo avakirina welateke demokratîk, dê bi hêzên alîgirên demokrasiyê re têkoşîna hevpar bidin meşandin."