Şaredarî li endamên meclisê hat qedexekirin
- 13:17 19 Tebax 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Şaredariya Bajrê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm tayînî wê hat kirin li Hevşaredar Fîgen Altundag û endamên meclisê hat qedexekirin.
Piştî ku qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin endamên meclisa şaredariyê ku ji bo civîna meclisê li dar bixin çûn şaredariyê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û polîsan nehişt ku bikevin avahiya şaredariyê. Endamên meclisê ku bi polîsan re niqaş kirin, diyar kirin ku ew îradeya gel in, biryara ku hatiye girtin nas nakin û gotin ew ê bikevin hundir û civîna xwe li dar bixin.
Li ser van nişqaşan fermandarekî polîsan, ji endamên meclisê re got,"Ji ber şaredariyê vekişin." Lê endamên meclisê bertek nîşan dan û gotin "Em îradeya gel in naçin tu derê, hûn biçin."
'Em qebûl nakin û nas jî nakin'
Piştî niqaşa bi polîsan re endamên meclisê li ber şaredariyê daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altundag ve hat dayîn. Fîgen diyar kir ku ew ji bo civîna meclisa şaredariyê bigirin hatine, lê hatine astengkirin û wiha berdewam kir: "Tayînkirina qeyûm xesp e. Îro îradeya gel hatiye xespkirin. Em qeyûm qebûl nakirin û nas jî nakin."
Fîgen bal kişand ser negirtina endamên meclisê ya şaredariyê jî û ev tişt got: "Li gel ku hevşaredar û endamên meclisa şaredariyê nagirin hundirê şaredariyê, endamên AKP'ê bi awayekî serbest li şaredariyê digerin."
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû, bendemayîna endamên meclisê li ber şaredariyê berdewam dike.
Herwiha endamên meclisên şaredariyê ku ji navçeyan hatin jî di ketina bajêr de hatin rawestandin û li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat diyarkirin ku wesayitên leşkerî hatin bicihkirin.