HDP'yiyan dest bi meşê kirin

  • 12:47 19 Tebax 2019
  • Rojane
AMED - Parlamenter, hevşaredar, hevserok, rêveber û endamên HDP'ê yên Amedê li dijî tayînkirina qeyûman ber bi avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve dest bi meşê kirin. 
 
Bi biryara Wezîrê Karên Hundir Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê ji peywirê hatin girtin. Bertekên li hemberî qeyûman jî di heman demê de destê pê kirin. Li Amedê parlamenter, hevşaredar, endam, rêveber û hevserokên HDP'ê yên navçey û navendan li dijî biryara tayînkirina qeyûman a wezaretê dest bi meşa protestoyî kirin. Girseya ku li ber avahiya HDP'ê kom bû dest bi meşê kir. Girseya ku bi çepik, tilîlî û dirûşman gihaşt  ber Parka Koşuyoluya Rêzana Amedê ji hêla polîsan ve hat astengkirin. 
 
Şêniyên derdorê jî bi çepîk û tilîlîyan piştgirî da meşa HDP'yiyan. Piştî meşê dê li ber avahiya şaredariyê daxuyanî bê dayîn.