Jina bertek nîşanî qeyûm da: We hêj têr şirînahî nexwar?

  • 12:06 19 Tebax 2019
  • Rojane
AMED - Jina ku ji bo fatatureya xwe ya avê razîne çû Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, piştî ku pê hay bû qeyûm tayînî şaredariyê hatiye kirin bertek nîşan da û wiha got: "We têr şirînaxî nexwar? Tişta we ji berîka gel derxist têra we nekir? Ez dengê xwe li we helal nakim."
 
Bi daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Dadê ve hat dayîn, hat aşkerakirin ku qeyûm tayînî şaredariyên bajarên mezin Amed, Mêrdîn û Wanê hatine kirin. Piştî daxuyaniya ku serê sibehê ji raya giştî re hat dayîn ji hevşaredaran re jî biryar hat ragihandin. Di saetên serê sibehê de welatiyên ku hay bûn qeyûm tayînî şaredariyan hatiye kirin çûn ber şaredariyan û  welatiyên ku hayê wan pê tunebû ji bo karê xwe hatin ber şaredariyê jî piştî hîn bûn ku qeyûm hatiye tayînkirin bertek nîşan dan. Jineke ku ji bo fatoreya xwe ya avê razêne hat ber şaredariyê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.  Jina ku bertek nîşanî polîsan da û hîn bû ku qeyûm hatiye tayînkirin diyar kir ku ew ê li dijî xespkirina îradeyê bêdeng nemînin. 
 
'Dengê min li we bi jahr be'
 
Jina ku hat faturaya xwe razêne  di berdewamiya axafitina xwe de wiha got: "Em li vir xizmetê dixwazin. Me dengê xwe neda we, hûn çi ji vî gelî dixwazin? Ez heqê xwe û dengê xwe li we helala nakim . Dengê min li we bi jahr û ziqûm be.  Min hûn hilnebijartine û min dengê xwe nedaye we. Saray û şirînahiya têra we nekir. Lê em makarna naxwazin.  Min nagirin hundirê şaredariyê ger ku ez nebim wê ev şaredarî ji kê re xizmetê bike.? Ev şaredarî bi min heye."
 
Jina ku bertek li ber şaredariyê nîşan da ji aliyê polîsan ve hat dûrxixtin û jina ku hat dûrxistin li hemeber şaredariyê rûnişt û bertekên xwe dewam kirin."