Qeyûmê Wanê wêneyê Erdogan li odeya xwe daleqand
- 11:30 19 Tebax 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Waliyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez ku weke qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin, karê wî yê destpêkê bû daleqandina wêneyê Serokkomar Tayyîp Erdogan.
Wezareta Karên Hundir, hevşaredarên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê ji peywirê girt û qeyûm tayînî şûna wan kir. Waliyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez wek qeyûm tayînî şûna Hevşaredara Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan hat kirin. Qeyûm Mehmet Emîn, di saetên serê sibehê de çû avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê. Qayûm Mehmet weke karê destpêkê jî wêneyê Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan bi xwe re anî şaredariyê û li odeya meqam a şaredariyê daleqand.