Piştî lêgerîna polîsan qeyûm hat şaredariyê

  • 11:14 19 Tebax 2019
  • Rojane
AMED - Piştî lêgerîna polîsan qediya Waliyê Amedê Hasan Basrî Guzeloglû ku Wezareta Karên Hundir wekî qeyûm tayînî şûna Hevşaredarê Amedê Adnan Selçûk Mzirakli kir, hat avahiya şaredariyê. 
 
Wezareta Karên Hundir, Hevşaredarê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk û Hevşaredara Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan ji peywirê girt. Wezaretê bi vê yekê re Waliyê Amedê Hasan Basrî Guzeloglû tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn û Waliyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez jî tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kir.
  
Piştî agahdarkirina Hevşaredarê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, Waliyê Amedê Hasan Basrî Guzeloglû, di bin ewlehiya bilind de bi wesayîta xwe ya meqam hat avahiya şaredariyê. Beriya hatina Hasan Basrî Guzeloglû polîsan bi kuçikan li avahiya şaredariyê lêgerîn pêk anîn. Piştî ku walî wekî qeyûm derbasî avahiya şaredariyê bû, Midurê Çapemeniya Walîtiya Amedê bi rojnamegeran re hevdîtin pêk anî. Midûrê çapemeniyê destûr neda rojnamegerên ku akredîtasyona wan tuneye wî guhdar bikin. 
 
Lêgerîna polîsan a li şaredariyê bi dawî bû û xebatkarên şaredariyê yên ku beriya hatina qeyûm Hasan Basrî Guzeloglu hatin şaredariyê, piştî ku ser wan, nasname û qertên wan ên xebatê ji aliyê polîsan ve hatin kontrolkirin, ketin hundir. Endamên meclisê û xebatkarên ku qertê wan ê xebatê tunebûn, negirtin hundir.