MYK'a HDP'ê civîna awarte li dar xist
- 11:13 19 Tebax 2019
- Rojane
ENQERE - Endamên MYK'ê yên HDP'ê piştî tayînkirina qeyûman bi awayekî awarte li hev kom bûn. MYK'ê bi sernavê “Em bêdeng nabin, em ranawestin" daxuyanî dan û diyar kirin ku ev darbeya siyasî ye."
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayînî Şaredariyên Bajarên Mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê kirin, bi awayekî awarte li hev kom bûn. Di civîna MYK’ê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî serokatiya civînê kir. Beriya civînê MYK'ê daxuyaniyek nivîskî weşand. MYK'a HDP'ê bi sernavê “Em bêdeng nabin, em ranawestin" daxuyanî dan.
MYK'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku HDP'ê Bajarê Amedê ji sedî 63, Bajarê Mêrdînê ji sedî 56 û bajarê Wanê ji sedî 53 dengan şaredarî qezenç kiriye û daxuyanî wiha dom kir: "Hevşaredarên me li ser derewên Wezîrê Karên Hundir û li dijî qanûn û hiqûqê ji peywira xwe hatine dûrxistin. Li dijî endamên meclîsa şaredariyê û xebatkarên şaredariyê operasyona binçavkirinê ya mezin didome. Ev aşkere darbeya nû ya siyasî ye. Bi vê yekê qasî misqalekê rewaya demokrasiyê ya vê îktîdarê nemaye. Vîna gel xesp kirine. Em ê li dijî vê îktîdarê têkoşîna rewa û demokratîk li gorî hiqûq û pîvanên gerdûnî berdewam bikin. Em bêdeng nabin, em ranawestin."