Hevşaredarên Qelqelî û Sêrawê: Em ê xwedî li vîna gel derkevin
- 10:56 19 Tebax 2019
- Rojane
WAN - Hevşaredarên Qelqelî û Sêraw a Wanê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û gotin: "Em bang li gelê xwe dikin ku bila xwedî li vîna xwe derkevin.
Wezîrê Karên Hundir, hevşaredarên Şaredariyên Bajarên Mezîn ên Amed, Wan û Mêrdînê ji peywirê girt. Her wiha polîsan di serê sibêhê bi ser gelek malên endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de girtin û bi sedan kes binçav kirin. Hevşaredarên Qelqelî û Sêrawa Wanê bertek nîşanî operasyonê dan.
‘Êrîşeke topyekûn pêk tê'
Hevşaredara Sêrawê Caziye Duman bertek nîşan da û diyar kir ku polîtîkayên asîmîlasyon, îmha li hemberî kurdan didomin û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê li hemberî kurdan polîtîkayên xwe yên şer didomînin. Em niha carek din bi êrîşeke topyekûn re rûbirû ne. Em qeyûmên ku hatî tayînkirin qebûl nakin. Tiştekî meşrû nîne. Polîtîkayên ku ji hêla AKP'ê ve tê meşandin ji hêla gel vê dê neyê qebûlkirin. Em ê berpirsiyariya xwe pêk bînin."
'Em hene û em ê her tim hebin'
Hevşaredara Qelqeliyê Dîlan Ogrencî diyar kir ku Gelê Kurd ne cara yekem e ku di pêvajoyeke bi vî rengî re derbas dibe û wiha axivî: "Di sala 2014'an de jî qeyûm hatîn tayînkirin û gel xwedî li vîna xwe derket û dê niha jî xwedî li vîna xwe derkeve. Operasyon tê wateya kelepçekirina vîna gel e. Vîna gel nayê naskirin. Em ê her tim bibêjin em hene û em ê her tim hebin."