Ahmet Turk: Ya ku hatiye kirin bêhiqûqî ye
- 10:30 19 Tebax 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyê da û got: "Em di demeke wiha de ne ku hiqûq nîne û neheqî di asta herî bilind de ye."
Piştî Wezîrê Karên Hundir Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli, Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe û Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ji peywirê girtin, polîsan bi ser gelek malên endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de girtin. Li gorî daxuyaniya Wezareta Karê Hundirin heta niha 418 kes hatine binçavkirin.
Wezareta Karên Hundir a waliyê xwe yê li Mêrdînê Mûstafa Yaman cara duyemîn weke qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê tayîn kir. Mûstafa Yaman di nava sê salên derbasbûyî de şaredarî di bin deynan de hatibû hiştin.
Ahmet Turk ê HDP'î di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê adarê de bi rêjeya 56 ji sedî yê dengan bi ser ket û bû Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê. Ahmet Turk nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyê da û diyar kir, ya ku hatiye kirin bi aqil nikare bê îzahkirin û wiha got: "Em di demeke wiha de ne ku hiqûq nîne û neheqî di asta herî bilind de ye. Îradeya gel nas nakin û navê demokrasiyê li vê dikin. Her tişt aşkere ye. Walî nîşan dide ku siyaseta li Tirkiyeyê antî demokratîk e. Ya ku hatiye kirin bêhiqûqî û bêqanûnî ye."