Selçûk Mizrakli: Vîna gel hat xespkirin
- 09:15 19 Tebax 2019
- Rojane
AMED - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli bal kişand ser tayînkirina qeyyûman a li şaredariyan û diyar kir ku vîna gel hatiye xespkirin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli yê ku ji aliyê Wezareta Karê Navxweyî ji peywirê hat stendin û li şûna wî qeyyûm hate peywirdakirin diyar kir ku derbarê dûrxistina ji peywirê tu teblîgat ji wî re nehatiye şandin û wiha got “Saet di 6’an de deriyê şaredariyê hatine şikandin û ketine şaredariyê. Ez ê bîsteke din biçim şaredariyê. Ev rewş li dijî hiqûqê ye. Em dibînin ku civak di warê demokrasî û nirxnên hiqûqê de derbarê qonaxeke din bûye. Ev helwest ne di Destûra Bingehîn de heye û ne jî xwe dispêre hilbijartinan.”
Selçuk bang li gelên Tirkiyeyê kir û got “Hemû kesên li Tirkiyeyê dijîn, kes nikare bibêje ku ez di bin sîwana hiqûqê de me. Vê helwesta li ser şaredariyên HDP’ê divê mirov wekî helwesta li dijî mûxalefeta demokratîk bibîne. Vîna gel gel hatiye xespkirin.”