Dayikên girtiyan: Navnîşana çareseriyê Birêz Ocalan e

  • 09:06 19 Tebax 2019
  • Rojane
AMED - Dayikên girtiyan gotin ‘Ger bixwazin bi Gelê Kurd re aştiyê bikin navnîşan diyar e. Birêz Ocalan navnîşana çareseriyê ye. Bila biçin Îmraliyê.’ Dayikan diyar kirin ku divê demildest şer bidawî bibe.
 
Parêzerên Buroya Hiqûqa Asrinê, bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re cara 5’emîn hevdîtin pêk anîn. Parêzeran bi rayagiştî re peymana Abdullah Ocalan ya wekê ‘Ez dibêjim ku ez îhtîmal û rewşa pevçûna heyî ji holê radikim. Ez çareser dikim. Ez bi xwe bawer im. Ji bo çareseriyê amade me. Lê divê dewlet tişta pêwist bike’. Malbatên girtiyan jî diyar kirin ku divê demildest hikûmeta Tirk bersiva banga Abdullah Ocalan bide.
 
‘Navnîşana aştiyê Îmraliye’
 
Fatma Korhan da zanîn ku hikûmeta Tirk li hember gelê Kurd polîtîkayên şer û komkujiyê dimeşîne û wiha pê de çû: “Her ku em dibêjin aştî ew şer derdixin. Gundên me şewitandin. Zarokên me qetilkirin. Çi kirin fêde nekir. Me dest ji aştiyê berneda. Rêberî dibêje ‘ez ê şer bidawî bikim, lê dewleta Tirk pê re hevdîtinê nake. Ji ber ku dewlet j şer hez dike, ji mirinê ji xwînê hez dike. Erdogan ji bilî xwe ji kesî hez nake. Ji bo vî welatî yekane navnîşana aştî û çareseriyê Îmraliy e. Divê demildest biin û ji bo çareseriyê pêngavê bavêjin. Divê banga Rêberiyê li ber çavan bigirin. An jî wê ev welat ji şer dernekeve. Wê mirin bidomin. Wê bihayê pîvazê zêde bibe. Wê mirov birçî bimînin, betal bimînin. Ji ber li welat aramî tune.”
 
‘Dagirkirina axa me didome’
 
Şehnaz Polat jî bi lêv bir ku bi saya berxwedana grevên birçîbûnê ya Leyla Guven, girtiyan û malbatên girtiyan deriyên Îmraliyê vebûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ger hewce bike em ê carek din li kolanan li be rxwe bidin. Dewlet kurdan biçûk dibîne. Lê bila wisa nebîne. Dema hilbijartin tên li hev digerin. Matmayî dimînin ku çawa nêzî kurdan bibin. Hilbijartin diqedin dibin dijminê kurdan. Hilbijartin tên kurdî diaxivin. Piştî hilbijartinan kurdî qedexe dikin. Lê em nayên lîstikên wan. Çavên me vebûne. Bila deriyê Îmraliyê vebibe. Bila demildest bi rêbertiyê re hevdîtin bên kirin. Em naxwazin zarokên me bimrin, em aştiyê dixazin. Hîna jî dagirkirina axa me berdewam dikin. Em dest ji axa xwe, dîroka xwe bernadin.”
 
‘Bila derî vebin’
 
Meymenet Boz jî destnîşan kir ku ew vê zilmê qebûl nakin û wiha got: “Birêz Ocalan rizgariya hemû gelan e. Bi saya wî şerê li vî welatî dikare bi dawî be. Bi saya wî aştî dikare bê. Ger ew nebe em ê hem xizan bin hem jî dilgîrtî bin. Ger bixwazin bi gelê Kurd re aştiyê bikin navnîşan diyare. Navnîşan Birêz Ocalan e. Bila biçin Îmraliyê. Em dayik aştiyê dixwazin. Wê hîna çiqas ciwan bimrin. Bila ew derî 3edî ve. Bila hikûmet û Erdogan biçe hevdîtinê bike.”
 
‘Em çareseriyê dixwazin’
 
Jina bi navê Xerîb Pehlîvan jî bertek nîşanê bêdengiya hikûmetê da û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rêbertî bang dike lê deng ji hikûmetê dernakeve. Em her tim li alî aştiyê bin, lê ew li alî şer bûn. Her ku me aştî xwest, wan di şer de israr kir, axa me dagir kirin, zarokên me qetilkirin, hewl dan ziman û dîroka kurdan tune bikin. Bila dest ji van polîtîkayan berdin. Gelo nabînin? Gelê Kurd serî natewîne, şûnde gavê navêje. Lê ew îradeya mîlyonan kesî tune dihesibînin. Bila Gelê Tirk jî êdî bibîne ku kî aştiyê kî şer dixwaze. Yên şer ferz dike dewleta tirk e.