ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2019'AN
- 09:00 19 Tebax 2019
- Rojev
*Komunên xweser ji bo pêşxistina jinên civakê esas in. Jinên taxa Şêx Meqsûd a Helebê derbarê xebatên xwe yên di nava komunên xweser de axivîn: "Komunên xweser cihê civakîbûna jinan e. Di komunê de rihê heskirinê di navbera jinan de geş dibe û ev jî dihêle ku hevgirtina jinan xurt bibê." DÎMEN HEYE
*Kantona Kobanê wekî yek ji cihê bi xêr û bêr tê nasikirin. Li vê herêmê li gel çandiniya genim, ceh, bostan, xwedîkirana ajalan, çandiniya darên fêkî, fistik û zeytûnan jî bi awayek gelemperî tê kirin. Li Kobanê ku bi axa xwe ya dewlemend tê naskirin di vê serdemê de çinîna fistikan tê kirin. Jinên diçin çinîna fistikan kêfxweşiya xwe anîn ziman û gotin ku li gundan jiyaneke wekhev heye.
*Dayikên girtiyan gotin ‘Ger bixwazin bi Gelê Kurd re aştiyê bikin navnîşan diyar e. Birêz Ocalan navnîşana çareseriyê ye. Bila biçin Îmraliyê.’ Dayikan diyar kirin ku divê demildest şer bidawî bibe. BI DÎMEN
*Serpîl Kemalbay ya HDP’yî diyar kir ku sedemên desthilatdarî li dijî daxwazên rêveberiyên xweser yên gelên Sûriyeyê derdikeve, divê bê lêpirsînkirin û got di komkirina hêzên herêmî de Abdullah Ocalan aktor e. BI DÎMEN
*AKP’ê di seranserê desthilatdariya xwe de li gelek herêman xweza talan kir û kir xizmeta sermayê. Li Behrareş, Munzur, Çiyayê Kaz niha êrîş didomin. Ev jî nîşan dide ku polîtîka talankirinê ya AKP’ê roj bi roj kûr dibe.