Li Mêrdînê hejmara binçavkiriyan derket 14 kesî

  • 12:54 18 Tebax 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Li bendêye ku 11 kesên li Mêrdînê di rojên borî de hatin binçavkirin îfadeya wan îro li emniyetê bê girtin. Li Nisêbînê jî di encama heman lêpirsînê de duh êvarê di serdegitinên malan ku hatin kirin de yek jê jin sê kesên din hatin binçavkirin. 
 
Îfadeyên 11 kesên ku di rojên borî di serdegitinên malan ên li Mêrdîn û navçeyên wê hatin binçavkirin wê îro bê girtin. Li ser dosyaya 11 kesên hatin binçavkirin biryara veşartinê heye û di nava van kesan de endamên meclisa şaredariyê jî hene.
 
Herwiha duh êvarê jî li navçeya Nisêbînê di serdegitinên malan ku hatin kirin de 3 kesên din hatin binçavkirin. Careke din bi ser mala Endama Meclisa Şaredariya Nisêbînê Zeynep Sevîluş de hat girtin û xuşka wê Ayşe Sevîluş jî hat binçavkirin. Di encama serdegitina li navenda navçeyê de jî ji endamên HDP'ê Nezîr Saraç û Salîh Sarikaya hatin binçavkirin.