Wê li şaredariyan perwerdehiya zayenda civakî bê dayîn
- 09:32 18 Tebax 2019
- Rojane
AMED - Seroka Komîsyona Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ceylan Aslan, da zanîn ku yek ji xebatên wê di bin banê şaredariyê de bên kirin perwerdehiya zayenda civakî ye û wiha got: “Ji bo nêrîna zayenda civakî ji holê rabe em ê di bin banê şaredariyê de perwerdehiyê bidin.”
Di hilbijartinên 31’ê Adarê de HDP’ê ji sedî 62.93 şaredariya Bajarê mezin a Amedê girt û qeyûm şûnde şand. Piştî HDP hat ser peywirê dest bi xebatên jinan jî kir. Bi vebûna Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat vekirin û li navçeyan jî midûriyetên jinan hatin avakirin.
Seroka Komîsyona Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê xebatên jinan yên di bin bana şaredariyê de vegot.
‘Li şaredariya Midûriyetên Jinan tên vekirin’
Ceylanê diyar kir ku 4 mehe xebatên xwe berdewam dikin û got hevalên wan yên berê xebatên jinan dimeşandin jî perspektîfan didin wan û wiha got: “Em jî bi perspektîfa wan, hinek tiştan lê zêde dikin û dadikevin qadan. Em hedef dikin ku naveroka projeya ‘jinê xurt bikin, paşerojên xurt pêş bixin’ ya di dema qeyûman de hatiye desptêkirin biguherin û xwe bigihînin sedhezaran jinî. Ev projeya di dema qeyûm de hatibû destpêkirin xîtabî aliyekî dikir. Ev proje li ser jinên serdestê bilîşîmê bûn hatiye pêşxistin lê em hewl didin lingê vê yê civakê ava bikin û xebatan bimeşînin. Em ê di çarçoveya projeyê de îstîhdama jinan pêş bixin, xebatên çand, huner û perwerdê bimeşînin. Em li ser ku dikarin xwe çawa bigihînin jinan em dikarin çawa wan jî tevlî pêvajoyê bikin dixebitin. Serokatiya Daîreya Polîtîka Jinan bi awayekî çalak xebatan dimeşîne. Me hewl da ku li 17 navçeyan midûriyeta jinan bê avakirin. Me midûriyeta yekem li Erganiyê vekir. Sê yekîneyên me yên girêdayê vê hene. Têkoşîna bi şîdetêre, aborî û pewerde.”
‘Wê perwerdehiyên zayenda civakî bên dayîn’
Ceylanê bi lêv kir ku bi vê pêvajoyê re wê li şaredariyê ji bo hemû xebatkaran perwerda zayenda civakî bidin destpêkirin û pêşnûmeya der barê xebatê jî di meclîsa şaredariyê re derbas bûye. Ceylanê wiha dirêjî da axaftin xwe: “Em ê starta perwerda zayenda civakî di 26’ê Tebaxê de li Erganiyê bidin destpêkirin û piştre jî li şaredariya mezin û 16 navçeyan wê pêk bê. Em ê ji saziyên xwe dest bi rakirina newekheviya zayendî bikin. Çawa ev perwerde li saziyan biqede em ê li qadan jî ji ser meclîsên taxê bidin.”
‘Em ê meclîsên jinan yên taxê ava bikin’
Ceylanê destnîşan kir ku xebatên plansaziya stratejîk jî berdewam dikin û li taxan wê civînan bi jinan re pêk bînin, xebatên anketan pêk anîne û daxwazên jinan girtine. Ceylanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di encama xebat û anketan de em ê plansaziya stratejiya xwe ava bikin. Me şaredariya mezin hedef kir ku xizmeta ji bo gel ji ser onseyên bajar pêk bên. Me di vî alî de hewldanên xwe kirin. Me civîna xwe ya ewil pêk anî. Em hedef dikin ku bi konseya bajar re wek Komîsyona Jinan a Şaredariya Mezin, meclîsê jinan yên taxê ava bikin. Ev meclîsên taxê wê yekîneyên aborî, çand, perwerde û tenduristiyê wê ava bike û tora rêxistinbûna der barê pirsgirêkên jinan de pêk bîne. Li aliyê din jî li ser koperatîfan jî xebatên me hene. Hedefa me eve ku em piştgiriyê bidin aboriya jinan û bi hevkariya bazaran jin aboriya xwe ava bikin.”
‘Em ê gûhdarkirina dengbêjên jin pêk bînin’
Ceylanê balkişand ser xebatên çandî jî û ev tişt bi lêv kir: “Di rojên borî de me li navçeyan nîşandana fîlm pêk anî. Me jinên gund û taxan bertekên erênî girtin. Xwedîderketinek xurt hebû. Ligel vê em ji ser komîsyona çandî ji bo zarokan bernameyan pêk tînin. Me nîşandana fîlman û şovên anîmasyonê ji bo zarokan pêk anî. Em niha gûhdarkirina dengbêjan organîze dikin. Em jinên şaredariyê jî piştgiriyê didin kampanyaya TJA’yê ya ‘ji bo azadî û guherînê tu jî rabe ser piyan’.Di çarçoveya kampanyayê de em jî bi jinên şaredariyê re plansaziyand ikin. Seyrangeh, gerên li cihên dîrokî, bernameya firokandina firfirokê wê pêk bê.”