Ozlem Gumuştaş: Destekî aştiyê yê xurt ku divê em pê bigirin heye

  • 09:07 18 Tebax 2019
  • Rojane
Rengîn Azîzoglu
 
DÊRSÎM - Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş geşedanên dawî nirxand û bal kişand ser operasyonên dersînor yên hikûmet dimeşîne û wiha got: “Di hefteyên borî de li Amedê destê aştiyê hat dirêjkirin. Divê em vê banga aştiyê pir zelal bixwînin. Li dijî polîtîkayên şer ên dagirkirinê, destekî aştiyê, yê divê em pir xurt pê bigirin heye.”
 
Hevseroka Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, stratejiya rêya sêyemîn ya HDP’ê û operasyonên ‘Pençe’ yên TSK’ê yên li ser Herêma Federal a Kurdistanê de pirsên me bersivandin
 
*Girevên birçîbûnê yên 7 mehan berdewam kirin, deriyên Îmraliyê vekirin. Parêzer piştî 8 salan şûnde çûn Îmraliyê û bi muvekîlên xwe re hevdîtin kirin. Li ser van hevdîtinan pêvajoya hatiye jiyîn hûn çawa dinirxînin?
 
Tişta ku deriyên Îmrariyê ji nû ve da vekirin û peyamên siyasî yên Ocalan bi rayagiştî re dan parvekirin, grevên birçîbûnê yên li girtîgehan bûn. Girtiyan ev berxwedan bi biryarek mezin meşandin û bi tu awayî şûnde gav navêtin. Di encama vê berxwedanê de hikûmet neçar ma deriyên Îmraliyê veke û tecrîdê bi awayekî bişkîne. Vebûna deriyên Îmraliyê em heta astekê wek şûnde ketina tecrîdê dibînin. Ji ber me fêm kir ku Ocalan bi girtiyên din re dikare sohbetê bike, geşdanên tên jiyîn dişopîne û şîrove dike. Em nikarin bêjin ku tecrîd bi giştî hatiye rakirin. Ji bo em bêjin tecrîd rabuye divê pergala taybet ya di şexsê Ocalan de li ser Tevgera Azadiya Kurd pêk tê bê rakirin. Ev dikare çawa pêk bê;Divê wek hemû girtiyan, mafên wî yên hevdîtina bi malbat û parêzeran re bê dayîn, muxatabbûna dewletê ya bi wî re bi awayekî aşkera bê meşandin.
"Şikandina tecrîdê, ne mijareke têkoşînê ya di asta Îmraliyê û girtiyan de ye. Ev mijarek û pirsgirêkeke demokrasiya Tirkiyeyê ye. Hinek jî girêdayê me ye. Ji ber vê jî rojeveke me ya şikandina tecrîda Îmraliyê hîna li pêş me ye."
Tecrîda li Îmraliyê tê meşandin ji aliyê hikûmetê ve veguherî lîstika siyasî. Hikûmet di hilbijartinên 23’ê Hezîranê de çû ber deriyê Îmraliyê, ji bo Birêz Ocalan di hilbijartinên Stenbolê de raste rast wek alîgir bikar bîne, hesabên siyasî kir. Wê demê bloka AKP-MHP’ê der barê ku tecrîd rabe wê hinek sererastkirinan bikin, de hinek gotin anîn ziman. Di heman demê de wezareta Dadê got divê hevdîtina parêzeran bê kirin. Lê piştî hilbijartinan qedexeya hevdîtinan berdewam kir. Yanî tecrîd nehatiye şikandin. Lê di dema ku deriyên Îmraliyê hatin vekirin de hesteke xurt ya ku wê riya demokrasiya Tirkiyeyê vebe ava bû. Şikandina tecrîdê, ne mijareke têkoşînê ya di asta Îmraliyê û girtiyan de ye. Ev mijarek û pirsgirêkeke demokrasiya Tirkiyeyê ye. Hinek jî girêdayê me ye. Ji ber vê jî rojeveke me ya şikandina tecrîda Îmraliyê hîna li pêş me ye.
 
*Di esasê stratejiya rêya sêyemîn de çi heye? Girîngiya vê çi ye?Hun pêşniyara Abdullah Ocalan ya di stratejiya rêya sêyemîn de çawa dinirxînin?
 
Hevdîtin û nameya Birêz Ocalan ya ku rêya sêyemîn nîşan da de, ji bo hilbijartinên Stnbol û rewşa rojevî gelek hat şîrovekirin. Bêalîbûna nameyê pir derxistin pêş, lê Ocalan di wir de tiştekî pir girîng dibêje;Behsa têkoşîneke azadî û demokrasiyê dike. Ji bo mijarên wek hilbijartinê, got hun dikarin xetek polîtîk ava bikin lê ji bo têkoşîna demokrasiya Tirkiyeyê û azadiya wê riyek din pêwiste.
 
Ev ne îfadeyên cara yekemîn yên Ocalan in. Zemîna ku HDK û HDP ava kiriye jî, heman zemîne. Nêrîna ku ji aliyê Ocalan ve hatiye formulekirin ji berê de xwe dispêre vê. Du rê her tim dan ber gel. Yek ji vê desthilatdariya siyasî û ya din jî navenda rastgir. Tevgera çep a kedkar ya Tirkiyeyê ji berk u tu car li dijî vê seknek yekbûyî rêxistin nekir, di kanalek din de pêş neket. Niha divê em li dijî van her du tercîhan seknek û riyek cuda vebikin. Me ev rê di esasê di salên 2012-2013’an de ava kir, di serê vê pêvajoyê de li Tirkiyeyê berxwedana Gezî destpê kir û vê jî nîşan daku hewcedariya gelên kedkar û bindest çiqas bi vê rê heye. Wê demê jî peyama Abdullah Ocalan bi rayagiştî re hat parvekirin û hawirek bêpevçûnê çêbibû.
"Divê eniya yekbûyî gotinên hîn bêtir bi biryar vebêje"
Niha dîsa hewcedarî bi vê rastiyê heye. Îro ew enî zêdetir fireh e. AKP bi dijminahiya xwe ya li hember her kesî de pêş ketiye û her wiha her kesî jî li hember hev dike dijmin. Niha li hember AKP’ê dijberiyek heye û ev kodên siyasî yên vê girseyê ji hev cuda ne. Lêgerîna demokrasiyê vê girseya mezin di nokteyekê de tîne hember hev. Divê îro eniya yekbûyî hîn bêtir îradeya xwe dane holê. Em nîqaşên riya sêyemîn jî divê wisa bixwînin. Ji bo avakirina eniyek wisa em rol digirin ser xwe.
 
*Bloga desthilatdariyê piştî hevdîtinan operasyona dersînor da destpêkirin û polîtîkayên şer bi astek din. Hun polîtîkayên dewletê çawa dinirxînin?
 
Ji AKP’ê bendewariyeke çareserkirinê heye. Piştî hilbijartinên 23’ê Hezîranê di polîtîkayê de rewşeke bêdengiyê û nezelaliyê heye û ev jî bi AKP’ê însiyatîfekê dide qezenckirin. AKP ne desthilatdariyeke ku têkçûna xwe ya di hilbijartinên 31’ê Adar û 23’ê Hezîranê de qebûl bike ye. AKP bi polîtîka xwe ya şer ya li hember Sûriye û Rojava jî, partiyeke ku nîv çeteyî bûyî ye. Ji ber vê jî AKP ne tevgereke ku marja wê ya ku berê xwe bide çareseriya demokratîk. Ji AKP’ê bendewariyeke wisa ji xeyalê wêdetir nîne. Bendewariyeke wisa şaş e.
 
*AKP bi polîtîka şer çi armanc dike? Li dijî vê refleksa rêya sêyem wê çawa be?
 
AKP bi salane bi operasyonên dersînor, tenê li hember Kurdan têdikoşe. Ji Başur bigirin heta Şengal, ji Sûriyeyê bigirin heta Reqayê heta Hesekê, di polîtîka derve ya AKP’ê de tenê Kurd hene û li dijî Kurdan şer dike. AKP dixwaze şoreşa Rojava têk bibe û polîtîka vê ji vê pêk tê. Kurd di muxatabiyek rast de ne. AKP bi giştî li hember vê têdikoşe. Ji ber vê jî dem bi dem bi Rûsyayê re dem bi dem bi Amerîkayê re dikeve bazarê. Divê ev rewş wisa ji aliyê eniya Tirkyeyê ve bê xwendin;ev şer ne şerê ku tenê AKP’ê li hember Kurdan daye destpêkirinê ye. Ev şer bi baca gelê kedkar û xaniya wan tê meşandin. Ev ji bo hemû gelên Tirkiyeyê rîska şerekî rastî diafirîne. Ji ber vê divê em li dijî vî şerê AKP’ê bin. Divê em li dijî şer de seknekê de bin. Kurd li eniya pêş vê alê hildigirin. Di hefteyên borî de li Amedê destê aştiyê hat dirêjkirin. Divê em vê banga aştiyê pir baş bixwînin. Divê em vê banga aştiyê pir zelal bixwînin. Li dijî divê polîtîkayên şer yên dagirkirinê, destekî aştiyê, yê divê em pir xurt pê bigirin heye.