ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2019'AN

  • 09:00 18 Tebax 2019
  • Rojev
 *Keça bi navê Sîlvana Hebeş a ji Efrînê, di temenê biçûk de du pirtûk li ser berxwedana serdemê nivîsandiye û wiha got: "Em ê bi rêya pênûsên xwe berxwedana Gelê Kurd binivisînin." BI DÎMEN
 
*Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş geşedanên dawî nirxand û bal kişand ser operasyonên dersînor yên hikûmet dimeşîne û wiha got: “Di hefteyên borî de li Amedê destê aştiyê hat dirêjkirin. Divê em vê banga aştiyê pir zelal bixwînin. Li dijî polîtîkayên şer ên dagirkirinê, destekî aştiyê, yê divê em pir xurt pê bigirin heye.” BI DÎMEN
 
*Jinên aşûrî yên ku dixwazin hêviyên wan pêk bên ango ji kesên nexweş re dûa bikin, kirasê şîn li xwe dikin. BI DÎMEN
 
*Keya Sumru Benlîgul li dijî pisgirêkên jin û ciwanên li taxa Lalebey dijîn bang li rêveberiyên herêmî kir û da zanîn ku ligel çêkirina asfalt û parkan hewcedarî bi projeyên civakî jî heye û got divê pisgirêkên jin û ciwanan bên çareserkirin. BI DÎMEN
 
*Seroka Komîsyona Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ceylan Aslan, da zanîn ku yek ji xebatên wê di bin banê şaredariyê de bên kirin perwerdehiya zayenda civakî ye û wiha got: “Ji bo nêrîna zayenda civakî ji holê rabe em ê di bin banê şaredariyê de perwerdehiyê bidin.” BI DÎMEN