Mertalên zindî di roja 29'an de berxwedana xwe didomînin
- 13:56 17 Tebax 2019
- Rojane
KOBANÊ - Çalakiya mertalên zindî ya ya li dijî êrîş û dagirkeriyê li Kantona Kobaneyê yê berdewam dike.
29 roj in li gundê Qeremuxê ya Rojhilatê Kobanê çalakvanên mertalên zindî ya li dijî gef û êrîşên dewleta tirk hatî destpêkirin didome. Îro şêniyên navçeya Qinê ya li Rojavayî Kobanê çalakiya nobetê dewir girtin.
Piştî deqeyeke rêzgirtin li ser navê Rêveberiya navçeya Qinê Suad Şêx Demîr axivî û wiha got: "Armanca dewleta tirk ji van gefan tunekirina gelên li vir e. Piştî ku şervanên me dawî li çeteyên DAIŞ'ê anîn îro dewleta tirk roj bi roj gefan li herêmê me dixe. Ji ber ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû pêkhate bi bîr û baweriyên xwe bi hev re bi rengekî aram û azad jiyana xwe didomînin. Dewleta tirk jî dixwaze di nava pêkhateyên herêmê de tevlîheviyê derxîne û aramiya herêmê têk bibe."
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Kobanê” û “Bijî wekheviya gelan” dewam dike.