Birinên Avşînê heta çavên wê belav bûne

  • 12:28 17 Tebax 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Birînên zaroka bi navê Avşîn ku 9 meh e li gel dayika xwe di girtîgehê de dimîne û bi nexweşiya Hemanjîom (tumora damaran) e heta çavên wê belav bûne.  Avşîn ji Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê sewkî Amedê hat kirin, lê dayika wê Hulya Usanmaz, diyar kir ku tedawiya Avşînê tenê dikare li Edeneyê bê kirin û banga hestiyariyê kir. 
 
Rewşa tendirustiya zaroka bi navê Avşîn ku bi nexweşiya Hemanîjîomê ye û li gel dayika xwe ya 6 sal û 7 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn dimîne roj bi roj xirab dibe.  Avşîna a ku ji ber tedawiya wê nayê kirin birînên di rûyê wê de derketin heta gewriya wê belav bibûn, piştî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat aşkerakirin û birînên belav dibin heta çavên wê hatine. Herwiha hat ragihandin ku êdî ji bo tedawiyê antîbiyotîk jî nema bi kêr tên. 
 
Çar meh e nikare dermanên xwe bigire!
 
Serlêdanên ku berê ji bo Avşînê hatin kirin bê encam man. Avşîn a ku berê ji sê mehan carekê li nexweşxaneyek taybet a li Edeneyê dihat tedawîkirin dermanên wê jî ji dervê welêt dihatin û niha jî divê li heman nexweşxaneyê bê tedawîkirin.  Lê dermanên ku ji ber Avşînê li girtîgehê tavê nabîne û sûdê ji wan nagire ev serê çar mehan e jî nikare wa bi kar bîne. Bi hinceta ku tedawiya wê ya li nexweşxaneyê berdewam nake ji ber dermanên ku bikaranîna wan hatiye sekinandin birînên di rûyê Avşînê de hata hundirê devê wê çûne û ev jî nehatiye zanîn.  
 
Nexweşiyê piştî devê wê li çavên wê jî daye!
 
Li gorî agahiyên herî dawî ku derbarê nexweşiya Avşînê de hatin girtin piştî dev û gewriya wê nexweşî heta çavên wê jî belav bûye. 
 
Herwiha Avşînê dema ku bi dayika wê re dibin nexweşxaneyê jî ji ber ku di rê de li bavê wê rast tên dayika wê ji aliyê cendirmeyan ve bi gotina "Te ev lihevrasthatin pilan kiriye ji ber wê ez ê te tu caran di nav gel re derbas nekim" hatiye tehdîtkirin û piştî wê ji di pêlika şewatê re birine gel bijîşk. 
 
Banga hestiyariyê
 
Bijîşkê ku li nexweşxaneyê Avşînê muayene dike jî dibêje, "Tedawiya vê nexweşiyê li vir nayê kirin" û wê sewkî Amedê dike. Dayika Avşînê Hulya a ku dibêje tedawiya wê tenê li Edeneyê dikare bê kirin jî ev sewk lqebûl nekiriye.  Hulya malbata xwe ya dema li girtîgehê çû hevdîtina wê  agahdar kir, diyar kir ku keça wê roj bi roj dihele û ji ber birînên ku heta çavên wê çûne jî her roj çavên xwe dixurîne û digirî. Hulya xwest berî rewşa keça wê ixraptir bibe divê sewkî Edeneyê bê kirin û banga hestiyariyê li raya giştî kir.