Di rojeva çapemeniya Fînlandiya û Swêdê de Heskîf heye

  • 10:40 17 Tebax 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çapemeniya Fînlandiya û Swêdê texrîbkirina çand, dîrok û xwezaya Heskîfê anî rojeva raya giştî.
 
Di çapemeniya Fînlandiya û Swêdê de têkildarî Heskifê makale hate weşandin û hat gotin ku tevî protestoyên 20 sal in ên didome jî Dewleta Tirk dixwaze Heskîfê dibin avê de bihêle û bi deh hezaran Kurd ji xaka xwe sirgûn bike.  
 
Li gorî ajansa nûçeyan a ANF'ê, Ajansa Nûçeyan a Fînlandiya Yle tinekirina Heskîfê bi sernavê “Tirkiye gundên Kurdan dibin avê de dihêle” ragihand. Di makaleyê de hate gotin ku Heskîf a ku li Mezopotamya di nava du çeman de ye, dergûşa şaristaniyê û cihê destpêkê yê mirovahî lê çandinî kiriye. Li aliyê din hate gotin ku li herêmê deh cihên şaristaniyê hatine avakirin û Heskîf ji bo di Lîsteya Mîrateya Cîhanê de cih bigre ji 10 kirîteran xwedî 9 kirîteran e.
 
Kurd bi zorê koçber dibin 
 
Di makaleyê de hate diyar kirin ku li Heskîfê piranî Kurd lê dijîn û ev tişt hate gotin: “Kesên bi dildarî naxwazin koçber bibin bi zorê tên koçber kirin. Li gund 3 hezar kes dijîn. Dema bendav hate vekirinê wê herêmeke 300 hezar kîlometre çargoşe dibin avê de were hiştin. Li gorî saziyên Tirk 15 hezar kesên li herêmê dijîn neçarin koçber bibin. Li gorî kesên li dijî bendavê derdikevin ev hejmar gelek zêdeye û wê bendav bandora xwe li 50 hezar kesî bike."
 
Swêd çima bêdeng e?
 
Her wiha rojnameya Svenska Dabgladet a Swêdê ku di nava 4 rojnameyên herî zêde xwedî tîraj cih digre bûyera li Heskîfê wiha parve kir: “Mîrateya çandê ya bêhempba dixwazin dibin avê de bihêlin. Swêd çima bêdeng e? Hate ragihandin ku rejîma Erdogan ku dixwaze Heskîfa xwedî dîrokekî 12 hezar sal dibin avê de bihêle re wê 550 berhemên dîrokî û çandî yên ji Sumer, Asûrî, Ermenî, Babîl, Eyyûbî, Bîzans, Roma, Pers û Osmaniyan mayî tine bibe. Li gorî pîsporan Bendava Ilisû wê ne tenê Heskîfê, wê bandora xwe li herêmên Iraqê yên ku ji aliyê UNESCO ve tê parastin bike û hişyariya guhertina hevsenga ekolojîk hate dayîn. Hate diyar kirin ku Heskîf ji bo ku di lîsteya Mîrateya Çanda Cîhanê de cih bigre ji 10 kirîteran xwedî 9 kirîteran e û hate gotin ku dewleta Tirk ji bo ku Heskîf neyê parastin bi zanebûn serlêdan nekiriye."