‘Gelo di kîjan baweriyê de texrîbkirina goran heye?’
- 09:06 17 Tebax 2019
- Rojane
Berîtan Canozer
AMED - Malbatan bertek nîşanê hilweşandina gorên li Goristana Sîsê ya Licê dan û diyar kirin ku tiştên hatine kirin ne mirovahiye û wiha gotin: “Ger hewce be em ê parçe bi parçe kom bikin û gorên zarokên xwe terk nakin. Em ê gorên zarokên xwe bêxwedî nehêlin."
Li goristana Sîsê ya girêdayê gundê Sîsê ya Licê ya Amedê ye gorên aydê HPG’iyên jiyana xwe ji dest dane hene. Ji sala 2015’an heta niha bi dehan car li hember goristanê êrîş pêk hatin. Hat diyar kirin ku leşkerên ku gor texrîbkirine, malbat jî tehdîd kirine û gotine ‘Ev gor wê ji vir biçin’. Tevî vê malbatan dest ji tamîrkirina goran berneda û leşker jî piştî tamîratê polîtîka hilweşandinê didomîne.
‘Tehemulê wan ji siya me re jî tune’
Sebriya Yaldiz da zanîn ku ew bi rehetî gora zarokên xwe nikarin ziyaret bikin û got êrîşên li hember Gelê Kurd tu car naqedin. Sebriyayê ev tişt vegot: “Gundên me hatin hilweşandin. Zarokên me hatin girtin û qetilirin. Ji Kurdan nefret dikin. Tehemula wan ji siya Kurdan re jî tune. Zarokên me bi zindî rehet bernedan niha jî miriyê wan rehet bernadin. Gelo çi zirara van goran ji wan re heye. Şîdetê li gorê dikin. Evqas jî nefret dikin. Evqas ku ji mirovahiyê derketine. Her tişt ji van tê payîn. Li vir gora gelek ciwanên ku nasnama wan ne zelale hene. Em nizanin kîn e. Lê her ku em tê em gora wan paqij dikin, av didin. Hemû zarokên min in. Canê min in. Gelo ev mirovahiye. Gora leşkerekî jî li vir bûna min hurmet nîşan bida.”
‘Li ser axa me aramiyê nadin’
Sebriyeyê destnîşan kir ku kesên êrîşên goran dikin ji mirovahiyê nesîbê xwe negirtine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kezeba me dişewite. Em tên rewşa van goran dibînin dilê me dişewite. Em paqij dikin. Lê bi vê tenê nabe. Wisa biçe em ê nizanibin kîjan gor ya kîjanî ye. Ji ber kevirê ku navê wan li ser bûn şikandine. Kes nayê mêze nake, napirse. Kes nabêje ‘ev çi rewş e’. Hinek malbatan gor çêkirin. Çend roj şûnde em hatin dîsa hatibûn hilweşandin. Gelo çi mirovan dixwazin. Li ser axa me aramiya me tune.”
‘Kezaba me dişewite'
Hanim Aydin jî bi lêv kir ku zarokên wan ji ber vê zilma hatiye jiyîn serê xwe girtine çûne çiya û li wir jî rehetiyê nadinê û ev tişt got: “Şehîd dikevin. Em defin dikin, vê carê gorên wan texrîb dikin. Gelo ev mirovahiye? Gelek malbat ji bo hestiyê zarokên xwe bibînin bi salan têdikoşin. Ji dayikên Kurd re li vê cîhanê aramî tune. Li vî welatî aramî tune. Aramiyê nadin. Ev dewletek çawa ye? Rêveberiyek çawaye? Gelo ev e muslimantî, kezeba me dişewite. Ma dayikan ne guneh in. Ev bêwijdaniyek çawa ye? Di kîjan baweriyê de hatiye dîtin ku gor hatine texrîbkirin.”
‘Hewce bike em ê nobetê bigirin’
Hanimê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku çi dibe bila bibe wê biçe serdana gora kurê xwe û got: “Hewce bike em ê parçe bi parçe kom dikin. Em gorên zarokên xwe terk nakin. Em ê xwedî lê derkevin. Tu kes nikare dest bide gorên zarokên me. Em tu car dest ji zarokên xwe bernadin. Kurê min di têkoşînek bi rûmet de jiyana xwe ji dest da. Ez ê heta dawî xwedî li têkoşîna wî derkevim.”