'Roj wê were ku em hesap ji wan xayînan bixwazin'

  • 09:02 17 Tebax 2019
  • Rojane
HELEB - E.M.E. wekî bi hezaran jinên li Efrînê dijîn ji ber hovîtiya çeteyan berê xwe da Helebê. E.M.E., li gel hovîtiyê dîsa hêviya xwe ya vegera Efrînê winda nekir û dixwaze berpirs hesab bidin.
 
Jina bi navê E.M.E. li Efrînê ji ber dagirkerî û hovîtiya dewleta tirk berê xwe da taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê. Êş û kelemên ku li Efrînê jiyan ji ajansa me re parve kir û wiha got: "Efrîn bi destên xayinan hat dagirkirin. Heta roja me ya îro jî li Efrînê hovîtiyek mezin tê jiyîn."
 
E.M.E. di despêka axaftina xwe de bal kişand ser hovîtiya çeteyan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema dewlata tirk û hevkarên wê Efrîn dagir kirin me nekarî em ji Efrînê derkevin. Çeteyan gelek zilm li jinan kirin. Pir mal û mûlkên me talan kirin, jinên me bi zorê rêvandin û tecawîzî wan kirin. Xayinên ku li Efrînê mane bûn sedema ku pir welatparêz werin kuştin. Çete her roj dihatin li deriyê malên me didan û dixwastin keçên me hîn di temênê biçûk de birevînin û bi wan re bizewicin. Min herdem keçên xwe vedişartin. Êdî çare nema û em ji Efrînê reviyan." 
 
E.M.E., di berdewamiya axaftina xwe de behsa çeteyên Efrînê dike û wiha domand: "Çeteyên ku niha li Efrînê mane bêbiryar ketine ew jî êdî nema dixwazin li Efrînê bimînin. Ji bo çete pere bigirin her roj diçin mala gel û bi zorê pere ji wan digirin. Hin caran ji bo pereyan kesan dibin û dikujin, kuştî ji malbatan re vedigerînin."  
 
E.M.E., di axaftina xwe de qala nîqaşên di navbera çeteyan de jî kir û wiha got: "Çeteyek rojek hat mala me wiha behsa tevgera azadiyê dikir. 'Dema Avesta xwe teqand em li wê derê bûn, lê me despêkê nedizanî ku dê Avesta xwe biteqîne. Me got em biçin wê bigirin. Çawa çete nêz dibin Avesta xwe teqand. Keçên wan fedaî ne, ger keçên wan wisa bin xortê wan çawa ne, piştî xwedê em ji van kesan ditirsin.'
 
'Em dixwezin Efrîn ji wan were rizgarkirin ' 
 
E.M.E., herî dawî hêviya xwe anî ser ziman û wiha got: "Hêviya me ew e ku em Efrînê ji destê çeteyan rizgar bikin. Ji ber ku şêniyên li Efrînê bi pirsgirêkên dijwar re rûbirûne. Ji ber ku her roj bûyerên kuştin, revandin û tecawîz heye. Em ê roj were hesap ji wan xayinan bipirsin."