'Gelo girtina Enstîtuya Zimanên Dijîn biryarek siyasiye?'
- 15:54 16 Tebax 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Parlamenterên HDP'ê yên Mêrdînê Ebrû Gunay û Pero Dundar biryara girtina Enstîtuya Zimanên Dijîn a Senatoya Zanîngaha Artûklû, birin rojeva Meclîsê.
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Mêrdînê Pero Dundar û Ebru Gunay piştî nûçeyên derbarê biryara girtinê ya Enstîtuya Zimanên Dijîn de hatin weşandin, mijar birin rojeva Meclîsê. Parlamentera HDP'ê Pero ji bo ku Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay bi bersivîne pirsname da. Her wiha parlamenter Ebrû jî ji bo ku Serokê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçûm bi bersivîne pêşniyazpirs da Meclîsê.
Dundar ev pirs ji Oktay kirin:
*Bi kîjan hincetên qanûnî hatiye xwestin ku Enstîtuya Zimanê Dijîn bê girtin?
* Agahiya girtina Enstîtuya Zimanên Dijîn ya di çarçoveya daxwaza YOK'ê çiqas raste?
*Gelo girtina Enstîtuya Zimanên Dijîn biryarek siyasiye?
*Ji bo Enstîtuya Zimanên Dijîn neyê girtin, hewldanên we çine?