Li Wanê dema qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin

  • 12:06 16 Tebax 2019
  • Rojane
WAN - Li Wanê Walîtiyê bi hinceta "ewlehiyê" hemû çalakî ji bo 999 rojan qedexe kiribûn. Qedexeya hat îlankirin dema wê careke din hat dirêjkirin. 
 
Li Wanê ji 21'ê Mijdara 2016'an ve qedexeya çalakiyan ku 999 roj e berdewam dike ji aliyê  Walîtiyê ve 15 rojên din hat dirêjkirin. 
 
Walîtiyê bi daxuyaniya xwe ya ku herî dawî da diyar kir ku ji 12'ê Tebaxê heta 26'ê tebaxê hemû çalakî li bajêr hatine qedexekirin.