Prof. Dr. Nejla Kurul: Em ê ji bo azadiya fikr û ramanê xebatên xwe bimeşînin
- 09:01 16 Tebax 2019
- Rojane
Dîlan Babat
ENQERE - Prof. Dr. Nejla Kurul biryara DDB’ê ya ‘binpêkirina maf’ a ji bo akademîsyenên aştiyê, nirxand û wiha got: “Li Tirkiyeyê bi awayên cuda azadiya fikr û ramanê tê astengkirin. Jin, kurd, ciwan, kesên trans, aktîvîstên mafê sewalan dibin hedef. Em ê li dijî her cureyê mexdûriyet û zextan ji bo azadiya fikr û ramanê xebatên xwe bimeşînin.”
Akademîsyenên aştiyê yên ji bo danezana ‘em nabin hevkarê vî sûcî’ îmze avêtibûn bi îdiaya ‘propanganda rêxistinê kirine’ bi KHK’yên hatin derxistin hatin îxrackirin. Piştî biryara îxracê 10 akademîsyen serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) dan. Dadgeha serlêdana akademîsyenan nirxand biryara ‘binpêkirina maf’ dabûn. Ji Fakulteya Perwerdê ya Zanîngeha Enqereyê Prof. Dr. Nejla Kurul, der barê biryara ‘binpêkirina maf’ a DDB’ê de nirxandin kir.
‘Ger Tirkiye dewleta hiqûqê be wê biryarê pêk bîne’
Nejlayê bi lêv kir ku biryar di konjonktura siyasî ya îro de bayekê azadiyê ya cudaye û di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de bûye alîkariya avakirina îçtîhatekê. Nejlayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xuyaye ev biryar wê demildest ji aliyê dadgehan ve bê dîtin, bi biryarên beratê yên li pey hev darizandinên li dadgehên cezayên giran bidawî bin. Her çiqas lîderê MHP’ê Devlet Bahçelî bêje ‘Dadgehên herêmî li gorî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn tevnegerin’ jî, hewl bide pêşî li vegera zanîngeha bê girtin jî, ger Tirkiye dewleteke hiqûqê û demokratîk be wê li gorî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn tevbigere.”
‘Divê em vegerin peywira xwe’
Nejlayê destnîşan kir ku bi sedan akademîsyenên ku pasaporta wan hatiye desteserkirin hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pêvajoyên li dadgehên cezayên giran wê biqedin. Bi qedandina vê jî naqede, divê em vegerin ser peywira xwe, divê windahiyên me yên aborî û manewî bên çareserkirin. Ev jî têr nake, ji bo Tirkiyeye ku edalet lê heye divê piştgirî bê dayîn. Gelek kes bê deng mane nikarin daxuyaniyekê bidin. Gelek kes bixwazin daxuyaniyê bidin jî nikarin bidin. Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de dikare rê li ber pêkanînên girîng veke. Yên divê ewil vê biryarê pêk bînin dadgeh in. Divê astengiyên li pêş azadiya fikr û ramanê bê rakirin.”
‘Bi awayên cuda azadî tên astengkirin’
Nejlayê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku piştî biryara DDB’ê wê xebatên xwe di zemîna polîtîk û hiqûqî de bidomînin û got wan di pêvajoya OHAL’ê de xwe baş nikaribûn vebêjin û ber vê jî wê xwe ji rayagiştî re vebêjin. Neclayê wiha dawî lê anî: “Akademîsyenên aştiyê ne tenê ji bo xwe wê ji bo hemû kesên ku azadiya wan hatiye astenkirin têbikoşe. Akademîsyenên ku ji bo vê bi salan bedel dane hene. Li Tirkiyeyê bi awayên cuda azadiya fikr û ramanê tê astengkirin. Jin, kurd, ciwan, kesên trans, aktîvîstên mafê sewalan dibin hedef. Em ê li dijî her cureyê zext û mexduriyetê ji bo azadiya fikr û ramanê têbikoşin xebatên xwe bidomînin.”