ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2019'AN
- 09:00 16 Tebax 2019
- Rojev
*Xebatkarên markêta "Nûdem" a ku di bin projeya pêşxistina aboriya jinê de li navçeya Girkêlegê hatiye vekirin dan zanîn ku Nûdem nûbûnek ji bo keda jinê afirand û ev tişt gotin: "Ji bo dayîna kedê em tim amadebûn, rihê îradeyê hişt ku projeya me mezin û xurt bibê." BI DÎMEN
*Naziliyê Memo ku cara yekem li Şamê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dît, piştî dîtinê jiyana wê guherî û got: "Felsefeya wî bandoreke mezin li ser min kir û min soz da ku ez ê zarokên xwe li ser felsefeya wî mezin bikim." BI DÎMEN
*Gulnaz Emîn 70 salî ye li dijî dagirkeriyê tevlî çalakiya konê Mertalên Zindî bûye û wiha dibêje "Em wedî axeke pîroz in û parastina wê jî erkê me ye. Dê bi yekîtiya gelan pergala dijmin hilweşînin." BI DÎMEN
* Rêveberiya Desteya Jin a Herêma Efrînê Zelox Reşîd , diyar kir ku DAIŞ ji bo tevahiya cîhanê xetere ye û got: "Em bang dewletên navneteweyî û Rêxistinên Mafên Mirovan dikin ku li hemberî helwesta dewleta tirk rawestin. Ji ber ku ev xetere ne tenê ser Sûriyeyê, li ser tevahiya cîhanê ye. BI DÎMEN
*Serêkaniyê şaristaniya mirovahiyê, çand û dîrok gelan ji vir dest pê kir. Erdogan dixwaze li cihê mirovahî destpêkirî tune bike. Qirkirineke din pêk bîne, da ku biryarên di Hevpeymana Lozanê de, bicih bîne! Dixwazin bedewî û bûhişta Serêkaniyê veguherînin dojeheke ku hişk û şîn bişewite tevahî bişewitîne. Mozayîka gelan biguherînîn, şûna wê çete û malbatên xwe lê bicih bikin, lê şervan û dayikên Serêkaniyê di çavdêriyê de ne.
* Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku divê muxalefet rola xwe bilîze, demildest li dijî şer bibin xwedî helwest û got: "AKP ji çareserkirinê wêdetir bûye pirsgirêk. Ji bo pirsgirêkan çareser neke israr dike. AKP ji desthilatdariyê ketiye û ji bo vê veşêre, pêşî lê bigire, serî li operasyon û şîdetê dide." BI DÎMEN
* Prof. Dr. Nejla Kurul biryara DDB’ê ya ‘binpêkirina maf’ a ji bo akademîsyenên aştiyê, nirxand û wiha got: “Li Tirkiyeyê bi awayên cuda azadiya fikr û ramanê tê astengkirin. Jin, kurd, ciwan, kesên trans, aktîvîstên mafê sewalan dibin hedef. Em ê li dijî her cureyê mexdûriyet û zextan ji bo azadiya fikr û ramanê xebatên xwe bimeşînin.” BI DÎMEN