Li Rihayê di şerê mêran de jinek hat kuştin

  • 09:48 15 Tebax 2019
  • Rojane
RIHA - Li navçeya Xelfetiyê di encama şerê navbera mêran de jinek hat kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.
 
Li Rihayê di demên dawîn de ji ber şerê navbera mêran ê li ser erdan, jin jiyana xwe ji dest didin. Duh li taxa Bozyazî ya li navçeya Xelfetiyê  di niqaşa navbera mêran ku veguherî şer de jina bi navê Elîf G., Hatun B., Hasan B. Muslum C.,  Fîkriye Y., Cengîz C,  Sa,t B. û Muslum C. yên birîndar bûn bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê.
 
Ji birîndaran Elîf G. ya ku rakirin nexweşxaneyê û rewşa wê giran bû jiyana xwe ji dest da.