‘Mêjiyê dewletê neguhere, tehdîda şer wê her tim hebe’
- 09:06 15 Tebax 2019
- Ramyarî
Habîbe Eren
ENQERE - Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogullari da zanîn ku mutabakata di navbera DYA û Tirkiyeyê de hatiye kirin beramberê wê tune û mutabakata ku Kurd tê de tune ne raste û wiha got: “Ger pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk û aştiya neyê çareserkirin û mêjiyê dewletê neguhere wê tehdîda şer her tim xwe biparêze.”
Hevdîtinên ‘herêma ewlehiyê’ ya ji bo li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê avakirin, di navbera rayedarên leşkerî yên Tirkiye û DYA’yê de hatin kirin di 7’ê tebaxê de di bin ser sê navan de wek ‘em mutabik man’ bidawî bû. Di daxuyaniyê de hat gotin ‘Ji bo fikarên ewlehiyê yên Tirkiyeyê rabe di asta yekem de pêkanîna tedbîrên tên girtin pêk bê, di vê çarçoveyê de tesîsa Herêma Ewlehiyê bi DYA’yê re kordînekirin û ji bo rêveberiya wê li Tirkiyeyê demildest avakirina Navenda Tevgera Muşterek. Li pey vê jî ji bo hebûna korîdora aştiyê û ji bo welatiyên Sûriyeyê vegerin welatê de tedbîr bên girtin lihev hatiye kirin.” Ev daxuyanî ji aliyê Seferatxaneya DYA’yê ve hat piştrastkirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari, der barê xalên di mutabakatê de û nîqaşan de nirxandin kir.
‘Divê desthilatdarî bi awayekî zelal bersivê bide van’
Tulayê bi lêv kir ku di esasê de ne diyare ku di mutabakatê de çi tê gotin û wiha got: “Di mutabakatê de operasyon hatine taloqkirin û ev bi sînor be jî erêniye. Rewşeke ku ewlehiya Tirkiyeyê neyînî bi bandor bike tune. Îro yên ku ewlehiya Tirkiyeyê neyînînî bi bandor dike, El Kaîde, El Nusra û DAIŞ e. Li cihê ku Tirkiye jê re dibêje bila ‘herêma ewlehiyê bê avakirin’ li dijî DAIŞ’ê têkoşînek bi bandor hat meşandin. Divê ji vir bi awayekî zelal ev bê gotin. Hebûna Kurdan ya li wir ne fikara ewlehiyê ye. Berovajî vê ji bo Tirkiyeyê ewlehiye. Divê Tirkiye vê wisa binirxîne.”
Xala yekemîn: Beramberê vê tune
Tulayê peyama ku piştî parêzeran di 7’ê tebaxê de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêk anî jî hat weşandin, nirxand û wiha axivî: “Rêbrê PKK’ê Abdullah Ocalan dibêje ‘Hewcedariya Kurdan bi dewletek din tune lê wê hiqûq hebe gelo?’Divê em vê wisa fêm bikin; Divê axa Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê jî bihewîne. Li van deran Kurd nabêjin ‘em vediqetin û dewletê ava dikin’. Dixwazin li welatên ku dijîn di bin ewlehiya destûra bingehîn de bin. Ev jî ji bo Tirkiyeyê ne fikare. Ji ber vê em dibêjin ku beramberê xala yekemîn ya mutabakatê tune.”
Xala duyem: Biryareke afakiye
Tulayê xala duyem ‘Navenda tevgera Muşterek’ jî nirxand û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Gelo ev navend wê çi peywirê bike? Ger bi rêk û pêk bê nirxandin, herêma ewlehiyê dirize. Di esasê de qelsiya daxwazkirina herêma ewlehiyê dertê holê. Berovajî vê divê em sînorên xwe li dijî DAIŞ û El Kaîdeyê biparêzin. Ev biryareke afakiye.”
Xala sêyemîn: Di destê me de dimîne
Tulayê xala ku dibêje bila ‘korîdora aştiyê vebe’ jî nirxand û ev tişt bi lêv kir: “Bi rastî jî bi ‘Korîdora aştiyê’ çi tê qest kirin? Îro yek ji pirsgirêkên sereke yên Tirkiyeyê, hewcedariya bi korîdora aştiyê ya ji bo şandina Suriyeyiyan nîne. Ev jî biryarek afakiye. Heta îro penaber li Tirkiyeyê bûn alav. Bêguman kesên bixwazin vegerin bi awayekî ewle dikare bê şandin lê di xala sêyemîn de tişta ku behsa wê têkirin ku Tirkiye li hemberê Rojava şer bide destpêkirinê ye. Em ji ku pê bigirin di destê me de dimîne.”
‘Lihevkirina ku Kurd têde tune ne raste’
Tulayê di berdewamiyê de destnîşan kir ku mutabakat û lihevkirina ku Kurd têde tune ne raste û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye bi israr naxwaze pisgirêka Kurd bê çareserkirin. Di rewşa ku di şîdetê de israr bike, dema bi DYA, Rusya an jî welatên din re li ser maseyê rune, têkçûyî ji maseyê radibe. Tirkiye bi Kurdên xwe re aştî bikira, mafê demorkatîk ya Kurdên xwe biparasta wê demê wê ji ser maseyê xurt derbiketa. Divê nîqaş bi naskirina îradeya azad a Gelê Kurd, bên kirin.”
‘Pêvajoya aştiyê destpê neke wê tehdîd her tim hebe’
Tulayê di dawiya axaftina xwe de got niha dikarin bêjin ku tehtîda şer tune û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tirkiye pisgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk çareser neke, ji bo pêvajoya aştiyê dest pê dike, destûrê ne û mêjiyê dewletê neguhere wê tehdîda şer her tim xwe biparêze.”