Evîn Paşo: Hevgirtina jinan dê dijmin têk bibe

  • 09:03 15 Tebax 2019
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo bal kişand ser pêngava çalakiyan a bi dirûşma “Ax û rûmeta xwe biparêzin, dagirkeriyê û DAIŞ’ê têk bibin" û got: "Gef ne tenê li ser gelê herêmê ye li ser tevahî jin û cîhanê ye. Em bang li yekîtiya jinan dikin ku ji bo azadiyê em bi hev re têbikoşin û şoreşa Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin." 
 
Rêxistina Kongreya Star li dijî dagirkeriyê, di 8’ê tebaxa îsal de bi dirûşma “Ax û rûmeta xwe biparêzin, dagirkeriyê û DAIŞ’ê têk bibin" pêngava çalakiyê li herêma Firatê da destpêkirin. Her wiha di 9'ê tebaxê de li Kantona Şehba û di 10'ê tebaxê de jî li Kantona Hesekê konên mertalên zindî hatibûn vedan û li vir jî pêngava çalakiyê hatibû îlankirin. Di der barê hemleyê de endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo axivî.
 
‘Em ê ji bo welatê xwe têbikoşin' 
 
Evîn, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser armanca pêngavê û wiha axivî: "Dest pê kirina vê pêngavê, bi armanca ku jinên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, hesasiyeta pêvajoya li Rojhilata Navîn bi giştî û Sûriyeyê bi taybet nas bikin. Armanca sereke ya êrîşa hovane qirkirina gel û binxistina projeya demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Di heman demê de dixwazin ewlehî û aramiya li herêmê têkbibin. Ji nû ve DAIŞ’ê zindî bikin. Em ê li hemberî dagirkeriyê bisekinin û ji bo welatê xwe têbikoşîn."
 
'Her tim jin hedef tên girtin'
 
Evîn, di axaftina xwe de bal kişand li ser berxwedana jinan û wiha got: “Di her êrîşên ku li ser gelê me de tê meşandin, dijmin her tim jinê hedef digire. Lê em jî li hemberê van kiryaran bêdeng namînin. Ji bo avakirina jiyaneke azad û aram li dijî feraseta dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê em hertim amade ne û xeta Şehîd Sakîne, Bêrîtan, Zîlan, Avêsta û Barînan bernadin."
 
'Em ê li ber xwe bidin' 
 
Evîn, di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku bi ruhê yekîtiya jinan dê li hemberî dagirkeriyê bisekinin û wiha dom kir: "Di berxwedan û parastina destkeftiyên pîroz ku bi keda Şehîdan hatine bi destxistin em israrin ku em li ber xwe bidin û xaka xwe ji dagirkeriya dewleta tirk û hevkarên wê biparêzin."
 
'Sedsala 21'an sedsala şoreşa jinê ye'
 
Herî dawiyê Evîn bal kişand ser hevgirtina tevahî jinan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gef ne tenê li ser gelê herêmê ye li ser tevahî jin û cîhanê ye, em bang li yekîtiya jinan dikin ku ji bo azadiyê em ê bi hev re têbikoşin û şoreşa Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin. Hevgirtina jinan dê dijmin têk bibe û serketinê misoger bike.”