Piştî cejnê mertalên zindî dest bi çalakiya xwe kirin
- 14:26 14 Tebax 2019
- Rojane
KOBANÊ - Çalakiya mertalên zindî ya Kantona Kobanê ku bi wesîleya Cejna Qurbanê navber dabûnê, carek din hat destpêkirin.
26 roj in li gundê Qeremuxê yê Rojhilatê Kobanê çalakiya mertalên zindî ya li dijî gef û êrîşên dewleta tirk hatî destpêkirin didome. Îro şêniyên bajaroka Til Xezal ê li Başûrê Kobanê nobet dewr girtin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku mertalên zindî di 17'ê Tîrmehê de bi dirûşmeya "Em welatê xwe diparêzin" li dijî gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi çalakiya xwe kirin. Bi wesîleya cejna Qurbanê mertalên zindî di 10'ê tebaxê de çalakiya xwe rewestandin. Îro cardin çalakiya xwe berdewam kirin.