Nameyên ji girtîgehê hatin wekî delîl hatin nîşandan
- 13:14 14 Tebax 2019
- Rojane
AMED - Polîsan nameyên ku Civan Boltan ji girtîgehê ji xwişka xwe Rabiya Akgun re şandibûn wekî delîl girt dest. Dadgehê jî nameya ji girtîgehê hatî wekî "Endamtiya rêxistinê" hesiband û biryara girtina Rabîa û Mehmet Emîn Akgul û Mêvana wan Hayriye Neslîhan Gozlugolê da.
Polîsan di 9'ê tebaxê de li navçeya Rezana Amedê bi ser mala Rabîa Akgul a 4 meh ducanî û hevjînê wê Mehmet Emîn Akgul de girtibûn. Li gel Mehmet Emîn û Rabîayê mêvana wan Hayriye Neslîhan Gozlugol jî hatibû binçavkirin. Piştî lepirsîna 5 rojan Rabîa, Mehmet Emîn û mêvana wan Hayriye sewkî 1'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Amedê hatin kirin.
Her wiha polîsan di dema lêgerîna malê de nameyên ku Civan Boltan ji girtîgeha Boluyê ji xwişka xwe Rabiya Akgun re şandibûn wekî delîlê "endamtiya rêxistinê" nîşan da. Li ser vê heyeta dadgehê jî bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" û "Alîkarî daye rexistinê" biryara girtinê derbarê Mehmet Emîn û Rabîa Akgul û Hayriyeyê de da û ew şandin girtîgeha Amedê.
Heyetê der barê dosyayê de biryara veşartinê da.