'Polîtîkayên înkarkirin û îmhakirinê zirarê dide gelên Tirkiyeyê'

  • 09:03 14 Tebax 2019
  • Rojane
Zeynep Durgut
 
WAN - Li Tirkiyeyê li dijî HDP’ê girtin, binçavkirin û êrîş her ku diçin zêde dibin. Têkîldarî êrîşên li hemberî HDP’ê parlementera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan axivî. 
 
Li  her deverên Tirkiyeyê êrîşên li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) her ku diçe zêde dibin.  Di encama serdegirtinên malan de heta niha gelek HDP’yî hatine girtin û gelek bi şîkenceya polîsan re rû bi rû mane û ev  êrîşên  li dijî partiya HDP’ê her ku diçe zêde dibin. Têkîldarî polîtîkayên îktîdara heyî û êrîşên li ser HDP’ê parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Muazzez Orhan nirxandin kir. Muazzezê anî ziman ku bi îktîdar li ku derê dengek li dijî îktîdarê bilind bibe îktîdara AKP’ê ji bo ku bêdeng bike êrîş dike û got ku li dijî pirsgirêka kurd înkar û îmha dê zirar bide Tirkiyeyê. 
 
‘HDP miftiya demokrasiyê ye’
 
Muazzezê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku îktîdar ji bo ku xwe bi hêz bike bi êrîşan hebûna xwe mayînde dike û wiha pê de çû;” Partiya me hatiye avakirin heta niha êrîşên li dijî partiya me berdewam dikin. Em baş dizanin ku îktîdar bi êrîşkirina HDP’ê dixwaze hebûna xwe biparêze. Me her tim got ger li welatekî û civakê de aşitî û demokrasi tune be, em nikarin  li wir behsa yêkitiya gelan û aramiya gelan bikin. Cihê ku wekhevî tune be li wir şer û pêvçûn heye. Hikûmeta AKP’ê bi soza demokrasîanînê hat lê ne pêka ne ku em niha qala demokrasiyê bikin. Îktîdar kesên ku wekî wan nefikire û li cem wan cih negire li dîjî wan polîtîkayên têkbirinê dide meşandin. Herkesî di hilbijartinên 31’ê adarê de baş dît ku demokrasiya Tirkiyeyê bi HDP’ê pêkan e. Piştî hilbijartinên Stenbolê gelan li dijî HDP’ê hêvîyên mezin afirandin û li dijî HDP’ê baweriya wan gihaşt asta herî jor. Ji ber ku HDP mifteya demokrasiya Tirkiyeyê ye.” 
 
‘Pêwîst e partiyên muhalif daxwaza demokrasiyê zêdetir bikin’
 
Muazzezê destnîşanî hilbijartinên 31’ê adarê kir û got ku piştî hilbijartinên 31’ê adarê li dijî HDP’ê êrîş zêde bûn û wiha pê de çû;” Piştî hilbijartinên 31’ê adarê li dijî partiya me êrîş zêde bûn. Li dijî hevserokên me, hevşaredaran, rêveberan û  endamên meclîsa şaredariya me her roj girtin û binçavkirin pêk tên. Divê ev baş bê zanîn ku bi polîtikayên înkarkirin û îmhakirinê wê pirsgirêk, alozî zêdetir bibin. Li dijî pirsgirêka kurd ev nêzîkbûn pêşiya neçareseriyê vedike. Gel di hilbijartina dawî de daxwaza xwe aşkere kir û gelên Tirkiyeyê nîşan dan ku ew  polîtîkayên tekparêz qebûl nakin. Em jî dibêjîn divê îktîdar dev ji van polîtîkayên xwe berde. Divê îktîdar dev ji polîtîkayên şer berde û pêşiya jiyaneke wekhev û demokratîk veke. Pêwîst e her qadeke civakî daxwaza xwe ya demokrasiyê bilindtir bike û vê daxwazê bi çalakiyan xurt bîne ziman. Li Kazidagê qirkirineke xwezayê heye. Li dijî vê komkujiyê bi hezaran kes meşiyan. Ev hêstiyariya civakî  bi rastî girîng û bi wate bû. Divê ev nerazîbûne zêde bibin. Li Heskîfê ji ciwanên meclîsa partiya me xwestin balê bikşînin ser qirkirina Heskîfê lê mixabin hatin binçavkirin. Ev rewş polîtîkayên dumend dixe pêşberî me. Ji aliyekî destûr dide ji aliyekî jî qedexe dike. Ev ji nêzîkatiya hikûmeta AKP’ê ya li dijî pirsgirêka kurd e.” 
 
‘Li Tirkiyeyê her tim para zarokan bûye mirin’
 
Muazzezê bal kişand ser operasyonên sînor û got ku şer ne serkeftin e û wiha dom kir;” Li Rojava operasyonên sînor dan destpêkirin. Ev operasyon li dijî deskeftiyên kurdan in. Îktîdar dibêje yan tu yê  zilma ku ez dikim tu dê  qebûl bikî, yan jî ez ê jiyanê li te heram bikim. Li Tirkiyeyê ji ber politîkayên şer xizanî û bê karî zêde bûye. Zarokên kurd ji bo ku debara xwe bikin bazirganiya sînor dikin. Li Roboskiyê me dît para zarokên kurd her tim bûye mirin û kuştin. Dîsa li Colemêrg û Bazîdê du zarokên kurd hatin qetilkirin. Li ser navê ewlehiya sînor welatiyê xwe qetil dike. Operasyona pençe berdewamiya vê hişmendiyê ye. Polîtîkayên şer tu car qezenc nekirîne. Pêdivaya Tirkiyeyê bi aşitiyê û hevkariyê heye.”
 
‘Bi qedexeyan partiya me îlegal dikin’
 
Muazzezê di dawiya axaftina xwe de destnîşanî qedexeyên li Wanê kirin û wiha bi dawî kir;” Li Wanê polîtîkayên taybet tên meşandin. Piştî OHAL’ê heta niha ev qedexe bê navber didomin. Bi hezar rojin em di bin qedexeyan de ne. Bi hincetên walitiyê her 10-15 rojan de ji her çalakî û bernameyek qedexe tên îlankirin. Ev qedexe tenê li dijî partiya me ye. Bi qedexeyan dixwazin partiya me wekî îlegal nîşan bidin. Lê ev polîtîkaye dê tu car negihijin armanca xwe û em wekî HDP her roj bi hêz dibin. Divê îktîdar bi lez dev ji  polîtîkayên qirkirin û tunebûnê berde.”