Gelo hevpeymana Stenbolê betal kirin?
- 09:02 14 Tebax 2019
- Hiqûq
Rengin Azizoglu
AMED - Hevpeymana Stenbolê ya tirkiye di nav de ji aliyê Konseya Ewropa ve hatiye imzekirin bi armanca li hember şideta jinê ewlehî girtinê bû. Lê tirkiye zagona hevpeymanê dixe rojeva nîqaşê ku wê rake.
Hevpeymana ji aliye Neteweyên Yekbûyî ve ji bo pêşîgirtina şideta li hember jinê di 11’ê Gulana 2011’ an de hatibû pêkanîn ji bo bê betalkirin di rojevê de ye. Naveroka hevpeymanê wiha ye; “Bi awayekî fiilî û dadî wekheviya jin û mêr divê pêk were, bi navekî din armanc Ewropayê ji şidetê paqijkirine. Di 14’ê Adara 2012’an de tirkiye di nav de 20 welatî hevpeyman îmze kirin. Hevpeyman ji 1’ê Gulana 2014’an ve ketiye meriyetê. Parêzer Elîf Îpek Tirenç Ulaş li ser vê yekê ji jin Newsê re axivî û wiha got; “Ger hevpeyman weke heyî bihatiba pêkanîn wê şideta li ser jinê biketa asta herî jêr. Mixabin hikumetê li gor berjewendiyên xwe teşe dan zagonê û bi vê neman, niha kirine mijar ku ew îmzeyê betal bikin. Jixwe hişmendiya dewletê ji destpêkê de li dijî vê yekê bû.”
‘Zagonên Navnetewî li ser yê Netewî re ne’
Endama Navenda Pêkanîn û Şêwirmendiyê ya Jinê a Baroya Amedê Elîf Îpek qala girîgîya hevpeymanê kir û got; “Hevpeyman di aliyê çareserkirina şideta li ser jinê rolek girîn dilîze. Li gor vê yekê jî welatên ku peyman îmze kirine wê barekî giran hilgirin. Ev peyman dike armanc ku li hember şideta di hindirê malê de bibe asteng, wan bi aweyekî herî berfireh parastina malbatê, şideta li ser zarok û jinan girtibû dest û li gor vê yekê zagon da nîşankirin. Tirkiye bi awayekî fiilî û fermî bi neteweyên yekbûyî re di nava têkiliyê de ye. Ji ber wê ye ku tirkiye xwe neçar dît ku zagona peymana Stenbolê îmze bike. ”
Elîf bal kişand ser pêkanîna zagonê û wiha got; “ Ji ber ku armanc pêkanîna zagona peymanê bû zagona 6284 di xistina pratîkê de gelek pirsgirêk jiya. Bê guman zagonek wisa di sîstema dewleta tirk de bi cih kirin wê ne hêsan be. Ji bo xistina meriyetê di vê têkoşîna wê bihata dayîn û ji bo wê polîtîkayên xurt bihatiban hilberandin. Lê mixabin weke ku karê dewletê tenê ew bû ku peymanê îmze bike û zagona 6284 bi ya peymanê re bike yek, karê wan bi vî awayî qediya. ”
‘Bi dehan jin hatin qetilkirin’
Elîfê wiha dewam kir:" Bê guman di pêkanîn û xistina meriyetê de gelek zorî hat kişandin. Wezaretê malbatê yê wê demê di hevpeyvîna xwe de gotibû tu jinên ku me biryara parastina wê girtiye nehatine qetilkirin. Lê piştî wê roja ku wisa gotiye jinek tevî biryara parastina wê hatibû girtin hat qetilkirin. Li gor 6284'an tevî ku biryara parastina wan hebû bi dehan jin hatin qetilkirin. Peyman ji bo welatên ku îmze kiriye re dibêje hûn neçar in ku wekheviya jin û mêr di dadê û jiyanê de ji pêk bînin. Ji bo xistina meriyetê ji rakirina şideta li hember jinê weke rêyek ji xwe re dibîne. Li gorî ku şideta li hember jinê ewqas zêde bûye li ser vê yekê pêkhatina wekheviya jin û mêr dixwaze. Ger bixwazî hukmên hevpeymanê weke heyî bike zagon car din ev wê kêr tiştekî neyê. Li hember şidetê têkoşîna ne tenê ji bo parastinê ji bo ewlehiyê jî divê hebe. Divê ji bo vê yekê polîtîka werin avakirin û têxin meriyetê.
Divê ku bi awayekî sistematik were birêvebirin. Em pê dizanin ku di 8 salên borî de li şuna kêmbûna şidet û kuştinan li dijî wê hîn bêhtir zêde bûne. Em bi rojane dibînin û dijîn. Hişmendiya hukumeta heyî ji wekheviya jin û mêr bawer nake. Ji ber ku bawer nake vê carê bi awayekî rast li hember dernakeve.”
‘Peyman li gor berjewendiyên xwe xemilandin’
Elîfê wiha berdewam kir; "Hukumeta tirkiyeyê di qanuna 90’emîn de wiha dibê je; “Hevpeymanên navnetewî bi ser qanûnên netewê re ne, biryarên ku li wir were girtin tê esasgirtin.”Hevpeyman bi qanûnên ku dihilgire re li ser standartên ewropayê hukmên giran bar dike. Lê ji ber ku zagon li tirkiyeyê nehat ew îro dikin mijara nîqaşê.Ev nîqaş bi hevpeymana stenbolê re derneketiye holê. Dest pêkê di qanûna 6284’an li gorî berjewendiyên xwe teşe didin qanunê. Wê li vir nîqaşên qanûna Stenbolê derkevin holê û herî dawî bi rastkirinekê ya ji bo parastina jinan li şûna ku 6 mehe kete 15 rojan. Ev qanun bi vî awayî ket meriyetê. Bi şêwazekê dikaribûn vê rêbazê biguherînin. Êdî peyman bû mijara nîqaşê û armanca rakirina wê ji holê. Bi awayekî polîtîk ev wisa bi rêve dibe."
‘Ger hûn çiravê neçikînin xilasbûna ji mêşan wê zor be’
Elifê herî dawî wiha axivî; “Em weke Navenda Buroya Mafê Jinan demeke dirêje ku di nava hewildanek ya xistina meriyetê a madeya 6284’an a ku di hevpeymana stembolê de hatiye îmzekirinê de ne. Em ê şopdarê wê yekê bin ku ev zagon di dadê de bikevin meriyetê. Wê çawa li jinên rastî şidetê hatine û yên wê rast werin vegere em ê bişopînin. Di van xalan de çiqas kêmasî tên jiyîn em di ferqê de ne. Em bi vê re wan tehşîr dikin. Ji berxwedana azadiya jinê tiştê herî girîng a ku me girtiye wekheviya jin û mer e. Veguherîna hişmendiyek enceq wê bi wekheviya jin û zilam hem di dadê de û hem ji weke fîlî dê pêkane be yan ji bi awayeke din hunê nikaribin li hember şidetê rabin. em weke navenda buroya mafê jinan gelek dosyayan dişopînin. Ger hûn çiravê neçikînin xilasbûna ji mêşan jî wê zehmet be. Di vê wateyê de peymana Stenbolê ji bo çikandina çiravê wê rêyek bandorker ba. Divê peyman ji cihê mayî bi awayekî bi hêztir were meşandin û pêkanîn. Em ê di vê xalê de şoreşa xwe her tim bidin berdewamkirin.”