ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2019'AN
- 09:00 14 Tebax 2019
- Rojev
* Parêzer Elîf Îpek Tirenç Ulaş bal kişand ser ser hevpeymana Stenbolê û da zanîn ku ger hevpeyman weke heyî bihatiba pêkanîn wê şîdeta li ser jinê biketa asta herî jêr û got: "Mixabin hikûmetê li gorî berjewendiyên xwe teşe da zagonê û niha dixwazin ew hevpeyman bê betal kirin. Jixwe hişmendiya dewletê ji destpêkê de li dijî vê yekê bû.” DÎMEN HEYE
* Li Tirkiyeyê li dijî HDP’ê girtin, binçavkirin û êrîş her ku diçin zêde dibin. Parlementera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan diyar kir ku li Wanê polîtîkayên taybet tên meşandin. Piştî OHAL’ê heta niha ev qedexe bê navber didomin û got: "Lê ev polîtîka dê tu car negihije armanca xwe û em wekî HDP her roj bi hêz dibin. Divê îktîdar bi lez dev ji polîtîkayên înkar û îmhakirinê berde.” DÎMEN HEYE
* Li Omeryana ku bi baxçeyên sebze û fêkiyan gelek dewlemende, îsal rûyê cotkaran nekeniya. Cotkaran berhemên îsal gelek kêm dîtin û diyar kirin ku ji ber şewat û rizandinê bi taybet nîvê sêvan ketiye çopê. DÎMEN HEYE