‘Em cara yekem van êrîşan nabînin, me serî li qeymeqamtiyê da’
- 09:06 13 Tebax 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Li şaredariya Şemrexê di hefteyên borî de endamê meclîsa AKP’ê Hîkmet Erdîn bi çekê ket civîna meslîsê û hevşaredar û endamên meclîsê tehdîd kir. Der barê Hîkmet Erdîn de serlêdana sûc hat kirin. Endama Meclîsa HDP’ê Hamarat da zanîn ku ji bo endamtiya wî ya meclîsê bê xistin nivîs ji qeymeqamtiyê re şandine û wiha got: “Em cara ewil van êrîşan nabînin. Em serî natewînin heta dawî em ê têbikoşin.”
Endamê Meclîsa AKP’ê Hîkmet Erdîn li Şaredariya Şemrexê di 1’ê Tebaxê de bi çekê ket civîna meclîsê û bi gotinên ‘ez dewlemet im, ez ê vir bi ser we de hilweşînim’ hevşaredar Nalan Ozaydin tehdîd kir. Şaredariya Şemrexê derbarê Hîkmet Erdîn de gilî kir û ji bo endamtiya wî fes bibe ji Qeymeqamtiyê daxwaz kir. Piştî bûyerê hevşaredar Nalan Ozaydin û çar endamên meclîsê ku du heb jin bûn, çûn emniyetê û gilî kirin. Endama meclîsê Fehîme Hamarat der barê mijarê de axivî û da zanîn ku êrîş bi zanebûn hatiye kirin û got wê li dijî van pêkanînan serî netewînin.
‘Tehdîd kir û piştre gilî kir’
Fehîmeyê wiha got: "Wê rojê endamê meclîsê yê AKP’ê der barê sîteya sanayiyê de tiştek pirsî. Şaredar jî bersiv da pirsê. Bersiv ew tatmîn nekir û çeka xwe nîşan da û axivî. Hevşaredar daket xwarê û ji polîs re got hûn çima bi çekê digirin hundir. Piştî hêrs bû dijûn kir. Piştre parêzvanên wî jî êrîş kirin. Got ‘ez ê vir bi ser we de hilweşînim. Ez dewlet im.’ Piştî bûyerê jî wî gilî kir. Me îfade da. Hevalekî me çend rojan di bin çavan de ma."
Nivîs şandin qeymeqamtiyê
Fehîmeyê bi lêv kir ku piştî bûyera hatiye jiyîn wan îfade daye û wan jî gilî kiriye û got: “Wan em tehdîd kirin, êrîş kirin. Lê em gilî jî kirin. Em qebûl nakin. Me jî serlêdana sûc kir. Me nivîs şand ji qeymeqamtiyê re ku endamtiya wî ya meclîsê bê feskirin.Ev kes berê jî cigirê qeyûm bû. Bi zanebûn alozî derxist. Divê ev kes carek din nekeve şaredariyê. Em li dijî van êrîşan heta dawî berxwe bidin.”