Mêrekî ji malbata xwe 5 kes qetil kir
- 15:57 12 Tebax 2019
- Rojane
KOBANÊ - Mêrê bi navê Mehmûd Îsmaîl Oso di saetên serê sibehê de 5 kes ji malbata xwe bi çekê qetil kir.
Mehmûd Îsmaîl Oso ku ji gundê Xizinê yê girê dayî bajarê Kobanê ye îro saet di 9:00'ê sibehê de 5 kes ji malbata xwe bi çekê qetil kir. Her wiha 3 zarokên xwişka xwe birîndar kir û di dawiyê de xwe kuşt.
Kesên ku hatine kuştin navên wan wiha ne:"Dayika Mehmûd Yazê Îboyê Elî (60), keça wê ya mezin ku dayika 4 zarokan e Melîhe Îsmaîl Oso (40), keça wê ya 2 salî Sehev Mihemed Xidir ew jî bi dayika xwe re tê kuştin. Newroz Îsmaîl Oso xwîşka Mehmûdê kujer e temenê wê 18 salî ye."
Sê zarokên Melîheyê jî birîndar dibin navê zarokekî nehate zanîn. Zarokê bi navê Fuat Mihemed Xidir ku 8 saliye giran birîndar dibe û wî radikin nexweşxana bajarê Minbicê. Zarokê bi navê Ferhal 4 salî jî radikin nexwaşxana bajarê Kobanê û zarokê sêyem ku navê wî nayê zanîn ew jî di nexweşxana Kobanê de tê derman kirin.