Ji Rêxistinên HDP'ê yên navçeyan serdana cejnê

  • 15:38 12 Tebax 2019
  • Rojane
ENQERE - Bi boneya Cejna Qurbanê Rêxistinên navçe û bajaran ên HDP'ê çûn serdana navenda HDP'ê. Endama MYK'a HDP'ê Sevtap Akdag Karahali ya ku serdan qebûl kir wiha got:"Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ku bi hev re têdikoşin niha di nava meşek dewlemend de ne. Bila cejin bibe sedema aştî, demokrasî û azadiyê."
 
Bi boneya Cejna Qurbanê Rêxistinên navçe û bajaran ên HDP'ê çûn serdana navenda HDP'ê. Endama MYK'a HDP'ê Sevtap Akdag Karahali ya ku serdan qebûl kir diyar kir ku ji bo rojên xweş û azad divê kurd bi hev re tev bigerin. 
 
'Bila cejin bibe sedema aştî, demokrasî û azadiyê'
 
Sevtapê got:"Erdnîgariya me di nava agir de ye. Di bin navê operasyonên li derveyî sînor li Başûrê Kurdistanê û li Rojava şer tê kirin. Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ku bi hev re têdikoşin niha di nava meşek dewlemend de ne. Bila cejin bibe sedema aştî, demokrasî û azadiyê.  Ji bo rojên xweş û azad divê kurd bi hev re tev bigerin."