Malbat ji bo biçin Îmraliyê bi rê ketin
- 11:07 12 Tebax 2019
- Rojane
STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bi minasebeta ziyareta Cejna Kurbanê ber bi Îmraliyê ve ketin rê.
Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bi boneya li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê ziyareta Cejna Qurbanê ya xizmên xwe Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş bikin, ber bi Grava Îmraliyê ve ketin rê. Malbatan roja Înê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Ji ber ku serdozeriya Komarê wê roja înê bersîva erênî nedabû malbatan, Malbatan disa serî Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Piştî dozgeriyê bersîva erênî da îro serê sibê li Gemlikê hatin Qereqola Cendirmeyan a Gemlikê û ji wir derbasî Lîmana Gemportê bûn. Malbat ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin.
Hat fêrbûn ku Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Emin Konar û xwişka Veysi Aktaş Salihe Saltik çûn ziyaretê. Hat diyar kirin ku di nava malbatan de wasisê Ocalan Mazlum Dînç tune ye û destûr nedane ku ew biçe ziyaretê.
Omer Hayri Konar û Veysi Aktaş wekî “sekreterya” di 15'ê adara 2015'an de çûbûn Îmraliyê. Hamîlî Yildirim jî dema çûbû Îmraliyê ji 15'ê Tîrmeha 2015'an heta niha tenê di 5'ê Hezîranê de ji bo cejnê bi malbata xwe re hevdîtin kiribû.