MEDÎ-DER li dijî asîmîlasyonê dest bi xebatan dike

  • 09:09 12 Tebax 2019
  • Rojane
Medine Mamedoğlu
 
MÊRDÎN - Endama Lijneya Rêveber Hatîce Oncu diyar kir ku ji bo zimanên li ber tunebûnê, di nav gel de belav bikin MEDÎ-DER ava kirine û wiha got: “Ji bo em li ser zimanê Suryanî, Kirmanckî û her wekî din yên di bin pergalê de mane, xebatan bimeşînin û ji nû ve derxin holê me ev komele vekir. Xebatên me jî wê di vê çarçoveyê de pêk bên.”
 
Sê sal berê bi îlankirina OHAL’ê re bi sedan saziyên li ser zimanê Kurdî lêkolîn û perwerde dikirin, mor kirin. Qeyûmên tayînî şaredariyan bûn ewil saziyên li ser ziman xebat dimeşandin fes kirin. Li Mêrdînê kesên xebat li ser zimanan dimeşandin Komeleya Zimanan a Mêrdîn Ebedî (MEDÎ-DER) ava kirin. Komele di Cejna Zimanê Kurdî de hat vekirin û bi awayekî çalak wê di meha îlonê de dest pê bike. Hatîce Oncu ya di rêveberiya komeleyê de cih digire diyar kir ku ew hedef dikin ku derkevin derve û bi gel re bên cem hev.
 
‘Em ê zimanên li ber tunebûnê ji nû ve derxin holê’
 
Hatîceyê destnîşan kir ku bi qeyûman re li bajar ji ber zextan sê sale xebatên çalak nehatine meşandin û wiha got: “Em bi xebatên xwe hedef dikin ku ji nû ve bigînin gelê xwe. Ji bo em li ser zimanên li ber windabûnê ne yên Suryanî, Kirmanckî û her wekî din ên Mezopotamyayê xebatan bikin, me ev komele vekir. Me di 21’ê Sibatê de avabûna wê îlan kir. Lê me di Cejna Zimanê Kurdî de vekirina wê kir. Me ev her du roj bi zanebûn tercîh kir. Dema qeyûm hatin şaredariyan, 90 sazî û 15 dibistanên ziman girt. Qeyûman ewil li ser zimanê Kurdî zext pêk anî û texrîbata mezin pêk anî. Wê demê li ser ziman xebat nehatin meşandin. Cihekî li ser zimanê Kurdî xebatan bimeşîne tunebû. Ji ber rêjeya axaftina bi Kurdî ket. Ji ber vê em hatin cem hev.”
 
‘Em ê xîtabê her kesî bikin’
 
Hatîceyê destnîşan kir ku komele wê bi her zimanê perwerdeyê bide, di heman demê de bernameyên cuda pêk bîne û xîtabê her kesî bikin û got: “Ger daxwaz hebe em ê der barê zimanan de dersê bidin. Dema daxwaz tunebe em ê biçin kolanan cem gel. Divê ziman ji zarokatiyê de dest pê bê kirin. Tenê çend mehan bi çûyîna qursê ev nabe. Heta em bijîn em ê bi zimanê xwe biaxivin. Em ê bi sendîka, şaredarî û komelyên xwe van xebatan bidin destpêkirin. Em ê zimanê gel bi gel bidin bibîrxistin.”
 
‘Xebatên me wê di îlonê de dest pê bike’
 
Hatîceyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku qeydên ji bo perwerde û dersên ziman wê di 22’ê Tebaxê de dest pê bike û xebat jî bi awayekî çalak wê di meha îlonê de dest pê bike. Hatîceyê her wiha banga tevlîbûna xebatan li hemû gelê Mêrdînê kir û got: “Ciwanên me wêjevanên Kurd ên berê zêde nas nakin. Bi komeleyê re wê nas bikin. Di bernameyên me de wê şevên denbêjan, bernameyên helbestên Kurdî hebin. Dengbêj wê bi Kurdî, Suryanî, Kirmanckî û Soranî stranan bêjin. Me bi kongreya pêk anî rêveberî û komîsyona xwe ava kir. Bi van fikr û armancan em ê bi gel re li vir bin û xebatên xwe bimeşînin.”