Li girtîgehan bûyerên întîxarê:Lêpirsînek bi bandor çima nayê meşandin?

  • 09:07 12 Tebax 2019
  • Rojane
ENQERE - Li girtîgehan pirsgirêk di asta herî jor de tên jiyîn û  lêpirsîneke bi bandor nayê meşandin. Endama MYK’ê ya ÎHD'ê  Nuray Çevîrmen da zanîn ku der barê derbkirin, îşkence û berbi întîxarê birin ve lêpirsîn nayê meşandin û di çapemeniyê de jî cih nadinê. Nurayê got ev rewş nikare ji nedîtîve bê dîtin.
 
Li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirinên mafan di asta herî jor de tên jiyîn, girtiyên nexweş nayên tahliyekirin, mafê xwegîhandina tenduristiyê tê astengkirin, derb û îşkence tên jiyîn, ligel vê mirinên biguman tên jiyîn. Endama Lijneya Rêveberiya Navenda Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Nuray Çevîrmen der barê binpêkirinên mafan de agahî da.
 
Nurayê diyar kir ku gelek serlêdan ji ber pirsgirêkên di dema sewqkirina girtiyan de tên jiyîn, tên kirin û wiha got: “Herî dawî girtiyên ji Qeyseriyê sewqî girtîgeha Mereşê dikirin îdiayên derbkirinê derketin holê. Dawiya îdiayên derbkirina Xarpêtê nayê. Em dizanin ku li wir binpêkirinên mafan yên sîstematîk tên jiyîn. Serlêdanên ji bo Xarpêtê tên kirin jî bê encam dimînin. Di demên dawî de derbarê îdiayên derbkirinê de agahî tên. Pirsgirêkên nedermankirina girtiyên nexweş heye. Binpêkirinên mafan ên rutîn bûne hene.”
 
‘Girtiyê 18 salî darvekirî hat dîtin’
 
Nurayê bi lêv kir ku li hember girtiyên edlî jî derbkirin tên jiyîn, wan ber bi întîxarê ve dibin û got: “Li girtîgeha Dînarê li hember girtiyan îdiayên derbkirinê gelek zêde ne. Malbatên dibêjin li her derê belav bûne hene. Ji girtîgeha Beşîkduzu ya Trabzonê jî bûyera derbkirinê me bihîst. Li gorî îfadeya malbata girtiyekî edlî yê 18 salî ku jiyana xwe ji dest daye, 20 memurên parastina înfazî derb kirine. Tevî malbat der barê vê de serlêdana sûc dikin jî wan malbat û girtî ceza kirine. Hevdîtina malbatê qedexe dikin. Li girtîgeha Eskîşehîrê zarokek tê îdiakirin ku bi zarokê din re hasime û li heman derê tên girtin. 3 roj şûnde zarokê 18 salî xwe darve dike. Der barê vê de lêpirsînek nehat kirin. Li gorî îfadeyên malbatê zarok ne zarokekî ku întîxar bike ye.”
 
‘Li girtîgeha Beşîkduzu binpêkirin zêde ne’
 
Nurayê bal kişand ser girtîgeha Beşîkduzu û got: “Malbatekê dîsa got zarokê wan ên li Beşîkduzu her tim behsa binpêkirinan kiriye û ji ber vê behsa întîxarê kiriye. Xuyaye pirsgirêk giran in û nayên çareserkirin. Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Divê der barê îdiayên derbkirinê de lêpirsînek bi bandor bê meşandin. Di demên dawî de gelek girtiyên nexweş yên jiyana xwe ji dest dane hene. Girtiyên rewşa wan krîtîk e nayên sewqkirin û dermankirin. Yên tên asta mirinê jî tahliye nakin.”
 
Nurayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tahîr Çetînkaya hefteya borî jiyana xwe ji dest da. Tevî ku nexweşiya wî pir giran bû li girtîgehê hat girtin. Serlêdana malbata wî ya berdana bi kontrol hat redkirin. Li girtîgehan kesên terkî mirinê hatine kirin hene. Li girtîgeha Dînarê girtiyê nexweşê dil ku divê bihata dermankirin, dermankirina wî hat derengxistin. Li Çorumê kesekî jiyana xwe ji dest da, li girtîgehek din jî jinek mir. Zarokên bi dayikên xwe re li girtîgehan dimînin hene. Dewleta zarokan jî bi dayika wan re ceza dike. Tu kes nikare girtîgehan ji nedîtîve bê. Saziyên çapemeniyê bi nûçeyên girtîgehê re eleqeder nabin. Saziyên dewletê, STK û siyasetmedar nikarin ji nedîtîve bên. Divê lezgîn çareseriyek bê dîtin.”