Zarokên Mexmûrê reng didin Cejna Qurbanê
- 10:44 11 Tebax 2019
- Rojane
MEXMÛR - Tevî dorpêçkirina li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê zarok bi dilekî xweş li kuçeyên Mexmûrê digerin û Cejna Qurbanê pîroz dikin.
Ev 25 roj in ku li Wargeha Penaberan a Mexmûrê (Şehîd Rustem Cûdî) amborgeyek heye. Ji aliyê PDK'ê ve nayê hiştin ku gelê Mexmûrê derkevin derveyî wargehê. Di bin vê ambargoyê de zarokên Mexmûrê kincên xwe yên rengo rengo li xwe kirine û li kuçeyên Mexmûrê digerin diçin malan û şekiran kom dikin. Zarokên ku di bin tava germ a havînê de bi kêfxweşî û bi rûyekî ken şekiran kom dikin bê westan gera xwe didomînin.
Zarokên bi rûkenî bi destên hevdu digirin û şekiran kom dikin, diyar kirin ku ew vê cejnê li hemû zarokan û li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz dikin.