Gelê Mexmûrê çûn serdana goristanên berxwedêran
- 10:11 11 Tebax 2019
- Rojane
MEXMÛR - Bi munasebeta Cejna Qurbanê gelê Mexmûrê yê ku ambargoya li ser wan didome, çûn serdana goristanên berxwedêran û piştre berê xwe de Saziya Malbatên Şehîdan.
Gelê Wargeha Penaberan a Mexmûrê (Şehîd Rustem Cûdî) ê ku di bin ambargoya PDK'ê de cejnê pîroz dikin serê sibehê saet di 05.00'an de berê xwe da goristanên berxwedêran û piştre çûn serdana Saziya Malbatên Şehîdan. Merasîma pîrozkirina Cejna Remezanê bi deqeyek rêzgirtina ji bo berxwedêrên azadiyê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê Hevserokê Meclîsa Gel Şehîdan Huseyîn Kara axivî. Huseyin got:"Ez li ser navê hemû saziyên wargehê cejna Serokatî, şervanên azadiyê, dayik û bavên cangoriyên azadiyê û cejan qurbanê li hemû gelê Kurd pîroz dikim. Hêvîdar im ev cejna qurbanê bibe cejna azadî û wekheviyê. Bibe wesîleya serkeftinê ji bo hemû gelên bindest. Daxwaza me ya herî mezin jê yek ew e ku bila gelê Kurd bibe yek."
'Bi hezaran keç û xortên me canê xwe feda kirin'
Piştî axaftina Hevserokê Meclîsa Gel melayê Mexmûrê mele Zekî axivî û wiha got:"Ez Cejna Qurbanê li hemû gelê Kurd pîroz dikim. Li dijî zilm û hovîtiya dewleta tirk bi hezaran keç û xortên me canê xwe feda kirin. Wan ji bo wekhevî û azadiyê canê xwe feda kirin. Em wan di vê roja pîroz de ji dil bi bîr tînin."