'Em bi hêvî ne cejina bê li Efrînê pîroz bikin'

  • 09:08 11 Tebax 2019
  • Rojane
Hesna Muhemed
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li Navçeya Til Rifet a Şehbayê bi cih bûne di derbarê Cejina Qurbanê de axivîn û gotin: "Berxwedana me wê her dem bidome. Em bi hêvî ne cejina bê li Efrînê pîroz bikin.”
 
Êrîş û gefên dewleta tirk nebû asteng li hember berxwedana gel û ji çand û kevneşopiyên xwe dûr neketin. Bi hatina Cejina Qurbanê jinên Efrînê li Şehbayê tevî êrîşan kevnşopiyên xwe didomînin û cejnê pêşwazî dikin. Jinên Efrînê nêrînên xwe bi Ajansa me re parve kirin.
 
‘Em çand û kevnşopiyên xwe ji dijmin re nahêlin’
 
Jina bi navê Hûriyê Henan a ji Efrînê û niha li Navçeya Til Rifet a Şehbayê bi cih bûye derbarê cejina qurbanê axivî û got: "Tevî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê me berxwedana xwe 58 rojan kir. Niha jî li Şehbayê em berxwedana xwe didomînin. Em Cejina Qurbanê bi dilekî bi hêvî pêşwazî dikin ji bo zarok kêfxweş bibin û tiştên destan çêdikin. Em kevneşopî û çanda xwe ji dijmin re nahêlin. Em ê her tim berxwedana xwe bidomînin ji ber ku serkeftin a me ye."
 
‘Em bi hêvî ne cejina bê li Efrînê pîroz bikin’
 
Fîdan Bereket jî hestên xwe anî ziman û wiha pê de çû: "Nêzî salek û nîv e em li Şehbayê bi cih bûne, lê dîsa em berxwedana xwe didomînin û Cejina Qurbanê pêşwazî dikin. Çawa li Efrînê me pîroz dikir li Şehbayê jî em ê pîroz bikin. Em bi hêvî ne cejina bê li Efrînê pîroz bikin."
 
‘Berxwedan wê her dem li dijî dagirkeriyê bidome’
 
Her wiha Fehîme Şêxo ser berxwedana gelê Efrînê axivî û wiha dewam kir: "Berxwedana gelê Efrînê wê her dem li dijî êrîşan û gefên dewleta Tirk bidome. Em ji kiryar û êrîşên wî natirsin, rojane êrîşî Navçeya Til Rifet dike, lê em teslîmkariyê qebûl nakin. Armanca me ya yekem ew e em vegerin Efrînê. Em bi hêvî ne cejina bê li Efrînê pîroz bikin."