'Bi yekîtiya xwe em ê dagirkeriyê têk bibin'

  • 09:01 11 Tebax 2019
  • Rojane
Dilucan Bozî-Azra Seydo  
 
KOBANÊ - Jinên Bakur-Rojhilatê Suriyeyê yên ji pêkhateyên cuda ku beşdarî kampanyaya Kongreya Star bûn gotin:"Bi yekîtiya xwe me herêmên xwe ji dagirkeran rizgar kir û em ê bi hev re jî  biparêzin."
 
Kampanyaya Rêxistina Kongreya Star a li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi daxuyaniyek fermî ji çapemeniyê re bi dirûşma "Ax û rûmeta xwe biparêze dagirkerî û DAIŞ'ê têk bibe" li Kobanê hat ragihandin. Jinên ku beşdarê kampanyayê bûn nêrînên xwe parve kirin.
 
'Bi yekîtiya xwe em ê dagirkeriyê têk bibin' 
 
Rûweyda Silêman ku bi eslê xwe Çerkes e û ji bajarê Minbicê ye diyar kir ku ew ê bi yekîtiyê bi ser bikevin û wiha got:"Em hatine beşdarî kampanyaya li Kobanê bibin da ku em bersivek xurt bidin dagirkeriya tirk. Pêwist e em hemû pêkhate bi yek destî qirêjiya dewleta tirk ji holê rakin û em bi hev re jiyaneke hevbeş bijîn. Em nahêlin tu kes axa me dagir bike."
 
'Bi qêrîna xwe em ê pêşî li gefan bigirin'
 
Şadiya Hec Elî ya ji Kantona Girê Spî ye bi lêv kir ku wan çawa herêmên xwe paqij kirin ew ê biparêzin jî û wiha got:"Di vê hemleyê de hemû pêkhateyên jin cihê xwe digirin. Bi wesileya vê hemleyê em ê hemû jin xwe rêxistin bikin da ku pêşî li dagirkeriyê bigirin û buhistek ji axa xwe nedin dagikeriyê."
 
'Em ê bi hêza xwe, xwe bi rêve bibin'
 
Meryem Îbrahîm a ji bajarê Reqayê ye balkişand ser yekbûyina hemû pêkhateyan û wiha domand: "Me bi yekitiya gelan çeteyên DAIŞ'ê têk bir û em ê bi yêkitiya gelan axa xwe biparêzin. Em îro li ser axa Kobanê ne û em bi yek dengî dibêjin ji dagirkeriyê re na. Çi êrîş dibe bila bibe em ê bi yekbûyina gelan serkeftinê bi dest bixin û li hember her cure êrîşan bisekinin. Ev ax bi xwîna têkoşerên azadiyê hatiye avdan ji bo wê em buhistek axa xwe jî nadin dagirkeran, pêwist bike em ê canê xwe feda bikin, lê axa xwe nadin."
 
'Zarokên vê axê hemû kezeba me ne' 
 
Meryemê herî dawî wiha got: "Rêjima BAAS'ê li hember êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêdeng dimîne, lê me bi yekbûyina hemû pêkhateyan hêza xwe ava kiriye. Zarokên vê axê hemû kezeba me ne. Bi têkçûna DAIŞ'ê derbeya herî giran li dewleta tirk hat xistin. Erdogan gefên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dike."