ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2019'AN

  • 09:00 11 Tebax 2019
  • Rojev
* Jinên Bakur-Rojhilatê Suriyeyê yên ji pêkhateyên cuda ku beşdarî kampanyaya Kongreya Star bûn gotin:"Bi yekîtiya xwe me herêmên xwe ji dagirkeran rizgar kir û em ê bi hev re jî  biparêzin." DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Navçeya Serêkaniyê Fadiya Ibrahîm a piştigiriyê dide çalakiya konê mertalên zindî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya ku dibêje di hefteyekê de ez dikarim krîza Tirkiyeyê çareser bikim, nirxand. DÎMEN HEYE
 
* Jinên Şengalê bi musabeta Cejna Qurbanê nêrînên xwe anîn ziman û gotin:"Em hêvî dikin Cejna Qurbanê bibe sedema aştiyê. Em dixwazin hemû Cejnên Gelê Kurd û cîhanê bi aştî û azadî derbas bibin." DÎMEN HEYE
 
* Gundê Kelehê yê li lûtkeyên Çiyayê Bagokê ye û li ser zinaran hatiye avakirin her kesî heyran dihêle û niha tê payîn ku bi bingeha dîrokê bê lêkolînkirin û restorekirin. DÎMEN HEYE
 
*Di çarçoveya kampanyaya TJA’yê ya bi dirûşma ‘Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan’ bi sernavên ‘Veguherîna mêr’ û ‘Kuştina mêr’ perwerde hatin dayin. Aktîvîsta TJA’yê Fîgen Aras wiha got: “Jin tu car şer, derew, talan, tacawizê erê nake. Ji ber vê jî zîhniyeta mêr derketiye holê û ev jî bi pêşketina dewletan re pêş ketiye. Dewleteke serdest ji bo xwe bidomîne û rewa bike di qada cemawerî de di jiyana derve de mêr kole dike û li ser jinan jî dike serdest. Îro mêrtî beramberê têkiliya kole efendî ye. Efendî mêr e, kole jin e. Mêr dibêje ‘ tu ya min î, malê min î, ez çi bêjim tu yê bikî, tu ji min hatiye afirandin.’ Ji ber vê em dibêjin ku bila mêr vê ferq bikin.”DÎMEN HEYE