Hevserokên HDP'ê yên Mûşê hatin girtin
- 17:13 10 Tebax 2019
- Rojane
MUŞ - Hevserokê HDP'ê yên Mûşê Ferhat Çaki û Muhlise Karaguzel girtin û şandin girtîgehê.
Polîsan duh li Mûşê bi ser gelek malan de girt û Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Mûşê Ferhat Çaki, Muhlise Karaguzel û rêveber Kudbettin Çelik binçav kiribûn. 3 kesên duh hatin binçavkirin îro sewqî dozgeriyêkirin. Kudbettin Çelik piştî îfade da dozger serbest hat berdan. Hevserokên HDP'ê Ferhat û Muhlise jî bi îdîaya “endamtiya rêxistinê" sewqî Dadgeha Sulh Ceza kirin. Heyeta dadgehê jî piştî îfadeya Çaki û Karaguzel guhdar kir, biryara girtinê da û şandin Girtîgeha Mûşê. Polîsan duh bi ser avahiya HDP'ê ya Mûşê de jî girtibûn. Lêgerîna li avahiya HDP'ê 8 saetan berdewam kiribûm.