Kongreya Star di bin konê Mertalên Zindî de, dest bi hemleya xwe kir

  • 14:43 10 Tebax 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Bi dirûşmeya "Axa xwe, rûmeta xwe biparêzin DAÎŞ û dagirkeran têk bibin", îro Kongreya Star a Katona Hesekê li bin konê mertalên zindî, bi daxuyaniyekê hemleya xwe ragihand.
 
Gelê bajarê Serêkaniyê û Zirganê îro konê mertalê zindî dewrî Navçeya Til Temir û bajarê Dirbêsiyê ku dê du rojan bimînin, kirin.
Bi sedan jin, endam û rêveberiyên saziyên Navçeya Til Temir û bajarê Dirbêsiyê, li bin konê Mertalên Zindî ku di navbera sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê de hatiye vedan û di roja xwe ya sêyemîn de dewam dike, kom bûn. Kongreya Star bi daxuyaniyekê dest bi hemleyê kir.
Daxuyanî  ji aliyê Endama Koordinîsyona Kongreya Star Evîn Paşo bi zimanê Erebî û Endama Kongreya Star Mizgîn El-Hesen bi zimanê Kurdî, ve hate xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Ji destpêkê ve Dewleta Tirk hember vê rêxistinê ku ji gel hate avakirin û ji bo wê jî têkoşiyan , dijminahiya xwe nîşan da. Dewleta Tirk têkoşîna ku gel dide meşandin, ji bo xwe, berjewendiyên xwe, xeteriyekê dibîne. Dewleta Tirk di wê metirsiyê de dijî ku projeya demokratîk ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye rûniştandin û pêkanîn li Tirkiyê belav bibe û bandorê li gelê wê bike, ji lewra bi hemû hewldanên xwe xwest ku biçewisîne û têk bibe. 
 
Niha hêzên faşîst û dagirker di vê sedsalê de dixwaze qirkirina gelan bi taybet jin û zarokan ji xwe re rewa bike ji lewra divê jin bi hemû netewên xwe hember dagirkeriyê û rewakirina qirkirinê, têbikoşin û bisekinin. Ji ber ku Şoreşa me fersendeke ku em bikaribin vê projeya xwe biparêzin. Em bang li tevahî gelên ku ji bo aştî, azadî û yekîtiya gelan têdikoşin, li hember qetîlam, gefên dagirkeriyê em bi hev re tevlî çalakiyan bibin û gefan bidin rawestandin. 
 
Em bang li Tirkiyê dikin ku êdî dest ji polîtîkayên xwe yê qirêj berde. Bi gefên xwe dizwaze careke din û ji nûve hişmendîya û terora DAÎŞ'ê zindî bike. Zindîkirina DAÎŞ dê bi xwe re tehlûkeyan ji gelê herêmê bîne mînaka wê jî di sala 2018'an de li Efrînê ku heya roja me ya îro berdewam dike. 
 
Ev gef ne tenê li ser gelê herêmê ye li ser tevahî jin û cîhanê ye. Li ser vê yekê bi navê Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em bang li gelê şoreşger ên li Rojhilata Navîn û Sûriyê dike ku ji bo azadiyê têdikoşin ka em bihevre têkoşîna dijî dagirkeriyê bikin. Niha êdî dem hatiye ku em Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin. Sedsala 21'an sedsala Şoreşa jinê ye. Ev sedsal bû şahidê jinên têkoşer û fedekar ku li hember hişmendî û terora DAÎŞ'ê têkoşiyan û terora ku metirsî li hemî cîhanê dikir, ew têk birin. Loma em ê tu carî qebûl nekin ku ewqas destkeftiyên me bidizin ku ev destkeftî qelenê wê pir bûha bû, ji ber wê em ê vê sedsalê teslîmî zihniyeta desthilatdar, nekin." 
 
Daxuyanî di dirûşmên "Bijî têkoşîna jinê", "Bijî Şoreşa ku jin pêşenga wê ye","Bijî Rêber Ocalan","Bimire dagirkerî", bi dawî bû.