'Bila hemû jin bi dengekî li dijî gefên dagirkeriyê derkevin'

  • 14:33 10 Tebax 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Kongreya Star bi daxuyaniyekê gefên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û hemleya xwe ya dirûşma wê "Axa xwe, rûmeta xwe biprêzin, DAIŞ û dagirkeriyê têk bibin" ye, li Qamişloyê ragihand. 
 
Kongreya star bi daxuyaniyekê gefên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û hemleya xwe ya dirûşma wê "Axa xwe, rûmeta xwe biprêzin, DAIŞ û dagirkeriyê têk bibin" ye, li Qamişloyê ragihand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dê li dijî gefan berxwedan bê xurtkirin. 
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Gefên dewleta tirk ên li dijî hemû gelên li Sûriyeyê dijîn, didome. Ewlehî, azad û wekheviya gelan bi vê yekê hedef tên girtin. Di heman demê de bi van gefan ewlehiya hemû cîhanê hedef tê girtin. Em vê yekê qebûl nakin û em dibêjin em ê li dijî hemû cureyên gefan serî hildin. Ew ê zihniyeta dagirker têk biçe. Me destkeftiyek mezin li dijî DAÎŞ'ê bi dest xist. Lê tehemulî vê yekê nakin. Em ê li dijî hemû lîstikan her hişyar bin û di nava liv û tevgerê de bin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî têkoşîna hevbeş ya jinan" bi dawî bû. 
 
'Bila hemû jin bi dengekî li dijî gefên dagirkeriyê derkevin'
 
Endama Rêveberiya Kongreya Star ya Kantona Qamişloyê Xaliya Necar di derbarê hemeleya ku dest pê kiriye wiha got: " Bi dirûşma “Axa xwe rûmeta xwe biparêzin DAIŞ û dagirkeriyê têk bibin” di 8'ê meha Tebaxê de me hemleya xwe li ser mehekê li bajarê Kobanê ragihandin, her wiha niha li bajarê Qamişlo jî hate ragihandin. Em wek jin ku çi êrîş li ser me were kirin em ê axa xwe, rûmeta xwe biparêzin û tekoşîna xwe berdewam bikin. Banga me ji hemû jinên cîhanê re ew e ku alîkariyê bidin hemleya me û hemû jin li ser piya bin. Bila hemû jin bi dengekî li dijî gefên dagirkeriyê derkevin."