Gelê Mexmûrê di bin ambargoyê de Cejna Qurbanê pêşwazî dikin

  • 14:11 10 Tebax 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Piştî bûyera 17'ê Tîrmeha 2019'an şûnde ambargo li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê hat pêkanîn. Ambargo didome. Jinên Mexmûrê li dijî ambargoyê nerazîbûnên xwe anîn ziman û gotin:"Ji ber wargeh di bin ambargoyê de loma em nikarin bi dilekî bi kêf cejnê pîroz bikin. Lê ev nayê wê wateyê ku em ê dev ji têkoşîna xwe jî berdin."
 
Gelê Wargeha Penaberan a Mexmûrê (Şehîd Rustem Cûdî) Cejna Qurbanê di bin ambargoya hukumeta PDK’ ê de pêşwazî dikin. Her çendi ku cejna qurbanê nêz bibe jî lê gelê Mexmûrê amadekariyek ji bo cejna qurbanê nekirine û atmosfera cejnê li wargehê tune ye. Têkildarî mijarê de jinên wargehê axivîn. Jinan gotin:"Em li dijî ambargoyan serî natewînin. Em ê her li dû doza xwe û têkoşîna xwe bin."  
 
'Em di nava zor û zehmetiyê de dijîn'
 
Dayika bi navê Xerîc Teyê axivî û wiha got: "Ev 25 sale em penaber in. Hemu zor û zehmetî em jiyane. Em niha jî di nava zor û zehmetiyê de dijîn. Ev 22 roj in ambargoyek li ser wargehê tê meşandin.  Destûr nayê dayin nexweşê me jî di nav de kes derbazî Hewlerê bibin. Ji cejna qurbanê re 3 roj maye lê ji ber ambargoyê me amadekariyên cejnê nekirine û kêfxweşiya cejnê di nava wargehê de tune ye. Banga min ji tevayî kesên dibêje em mafê mirovan diparêze ew e bila li Mexmûrê xwedî derkevin."
 
‘Kêfxweşiya cejnê tune ye’
 
Jina esnaf a bi navê Asya Demir jî di derbarê cejna qurbanê û ambargoya li ser wargehê axivî û wiha got: " Ev 22 roj e ambargo li ser wargehê heye. Rê girtine ji ber wê em nikarin biçin derve tişta ji bo cejnê bînin. Îro tişt di dikanê de kêm bûne û gelek tîişt jî nemane. Ji ber ambargoyê em nikarin pêwistiyên gel peyda bikin. Li wargehê hewayek ya cejnê tune ye û zarokên wargehê kêfxweşiya cejnê najîn. Dema zarokek tê dikanê temaşe dikin tiştek tune ye. Loma ev yek bandorek neyînî li zarok dike."