Hevserokên HDP'ê peyama cejnê ragihandin

  • 12:18 10 Tebax 2019
  • Rojane
ENQERE - Hevserokên HDP'ê Pervin Buldan û Sezaî Temeli bi munasebeta Cejna Qurbanê peyama xwe ragihandin. Di peyamê de wiha hat gotin:"Em baweriya xwe ya pêkanîna aştî, edalet, demokrasî û azadiyê ya ku gel dixwaze diparêzin. Em hêvî dikin ku Cejna Qurbanê bibe sedema avakarina siberojek azad û demokratîk."
 
Hevserokên HDP'ê Pervin Buldan û Sezaî Temeli bi munasebeta Cejna Qurbanê peyama xwe ragihandin. Di peyamê de hat ragihandin ku pêvajoya dewam dike ji bo hemû civakan dijwar e û wiha dewam kir:"Em dizanin ku rojên cejnan rojên wekhevî û demokrasiyê ye. Di van rojan de hêviya me zêdetir dibe. "
 
Di berdewamiya peyamê de wiha hat gotin:
 
"Me dît ku reng, ziman û ola êş, xizanî û newekheviyê tune ne. Me bi hev re dît ku bêhiqûqî, bêedaletî û newekheviya ku îktar dike, bê sînor e. Dê têkoşîna me ya ji bo azadî, jiyanek wekhev ew ê bidome. Li dijî şer em aştiyê pêk bînin û em ê li îradeya hemû gelan xwedî derkevin. 
 
'Em dizanin em ê hêviyê mezin bikin'
 
Em ê wekî HDP'ê hewl bidin ku ev tiştên tên jiyîn bila nebe sedema jihevqetandinan. Berovajî vê yekê bila me nêzîkî hevdu bike. Em dizanin em ê hêviyê mezin bikin. Em hêvî dikin ku aştiya ku em bêrî dikin pêk bê. Em hêvî dikin ku ev cejn bibe sedema avakirina wekheviya gelan. Em Cejna we ya Qurbanê bi hestên xwe yên paqij pîroz dikin. "